Tevgera Ciwanên Şoreşger wê kongreya xwe ya 3`yemîn li dar bixe

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê têkildarî lidarxistina kongreya xwe ya 3`yemîn daxuyaniyek da û banga tevlêbûnê li ciwanan kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger wê kongreya xwe ya 3`yemîn li dar bixe
5 tîrmeh, 2021   08:52
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê îro bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan dest bi amadekariyên lidarxistina 3`yemîn kongreya xwe kirine û diyar kir ku kongre wê 14`ê Tîrmeha 2021`an bi dirûşmeya “Em ê bi ciwantî şerê gelê şoreşgerî bi rêxistin bikin û şoreşa çandî misoger bikin”, bê lidarxistin.

Endama Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê a herêma Cizîrê Newroz Hec Elî li pêşiya Navenda Tevgera Ciwananê Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ya Qamişlo, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Wekî tê zanîn di demên dawîn de êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst li dijî çiyayên Kurdistanê hene û bi awayekî qirker dixwaze armancên xwe yên qirêj pêk bîne. Li hemberî êrişan pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê ya gerîlayên azadiya Kurdistanê kêlî bi kêlî destanên berxwedanê dinivîsîne û derbên giran li dagirkeran didin.

Di vê pêvajoya zehmet de û bi îradeya pêngava Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê, wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê me dest bi amadekariyên lidarxistina kongreya xwe ya 3`yemîn kiriye.

Armanca kongreyê weke tevger di bin sîwana neteweya demokratîk de ku dînamîzma ciwana esas digire û weke hêza pêşeng dibîne, xwe bi rêxistin bike. Ji bo rêxistinkirina şerê gelê şoreşgerî û pêşxistina polîtîkaya wê de xwe bi hêz bike û ji şoreşa çandî re pêşengiyê bike.”

Tevgerê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû ciwanên şoreşger, welatparêz û bi rûmet kir ku tev li 3`yemîn kongreya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bibin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/THIGmt7eGhk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>