Xelatên Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokan hatin belavkirin

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê 160 zarokên ku beşdarî Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokan a Duyemîn bûne, xelat kirin.

Xelatên Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokan hatin belavkirin
4 tîrmeh, 2021   14:37
TEBQA

Piştî bidawîbûna çalakiyên Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokan a Duyemîn, Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê zarokên ku beşdarî mîhrîcanê bûne xelat kirin.

Tevî şahiyeke hunerî, pêşkêşkirina stranan û dîlanê ji hêla 11 komên beşdarî mîhrîcanê bûn û rahênan, zarok hatin xelatkirin.

Endamê rêveber ê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Amir Enad axaftina destpêkê kir û bi xêrhatina zarokan kir.

Paşê 160 zarokên ku beşdarî mîhrîcanê bûbûn hatin xelatkirin.

Her wiha plaketeke spasiyê pêşkêşî gerînendetiya ragihandinê ya Tebqayê hat kirin.

Amadekariyên lidarxistina Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokan a Duyemîn û perwerdekirina zarokan mehekê dewam kir. Piştî amadekariyan, çalakiyên mîhrîcanê bi diruşmeya Ey zarokên cîhanê bi zarokên me re bistêrin" 3 rojan li Tebqa, Mensûra û Cirneyê dewam kirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vQqVbX5t5g4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>