​​​​​​​QSD: Li gundewarê Girê Spî 8 çete hatin kuştin, du xendeq û tankek hatin rûxandin

QSD'ê ragihand, di encama bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser gundewarên Girê Spî de 8 çete hatin kuştin û du xendeq, du maşîneyên leşkerî û tankek hatin rûxandin.

​​​​​​​QSD: Li gundewarê Girê Spî 8 çete hatin kuştin, du xendeq û tankek hatin rûxandin
4 tîrmeh, 2021   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlancoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di navbera 12'ê Hezîranê û 1'ê Tîrmehê de yên li ser gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê de ragihandin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Di navbera 21'ê Hezîranê û 1'ê Tîrmehê de, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi çekên giran rêzeêriş li dijî gundên Girê Spî, rêya M4 û derdora bajarokê Eyn Îsayê pêk anîn.

Gundên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine topbarankirin ev in: Xirbetbeqer, Arîda, Bîr Zinar, Leqleqo, Sewan, Meblûca, Zenûbiya, Silîp, Ferhûna, Kor Hesen, Depoyên Qizelî û herêmên derdorê wê. Her wiha gundên derdora bajarokê Eyn Îsa û rêya M4 jî bi obus û hawnan hatin topbarankirin. Li aliyekî din jî hewl dan li van herêman bi pêş de bikevin, lê şervanên me bersiv dan.

Di encama van êrişan da hejmarek mezin sivîl birîndar bûn û sivîlê bi navê Mihemed Îbrahîm El-Hîşer şehîd bû.

Şervanên me di çarçoveya mafên parastina rewa de, bersiva êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê da û rêze çalakiyên tolhildanê li dar xistin. Di encamê de 8 çete hatin kuştin, 2 kamereyên çavdêriyê hatin desteserkirin, du xendeq, du maşîneyên leşkerî û tankek hatin rûxandin."

ANHA