Şêniyên Kobanê sersaxiya malbata şehîd Gulistan Çiya kir

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Newroz Bozî (Gulistan Çiya) re xwest.

Şêniyên Kobanê sersaxiya malbata şehîd Gulistan Çiya kir
4 tîrmeh, 2021   15:17
KOBANÊ

Bi dehan şêniyên Kobanê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê û saziyên civaka sivîl ji Qada Şehîd Egîd a Kobanê berê xwe da gundê Til Hacib ê 10 kîlometreyan dikeve rojhilatê Kobanê da ku sersaxiya malbata şehîd Gulistan Çiya bikin.

Di bin konê sersaxiyê de deqeyeke rêz hate girtin, dûvre Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî wiha got: "Piranî şehîdên me li çiyayên Kurdistanê bi rêya balafir û çekên kîmyewî şehîd bûn. Şehîd Gulistan Çiya jî yek ji wan e. Ev jî nîşan dide ku leşkerên dewleta Tirk a dagirker ji şerê sing bi sing bi gerîlayan re ditirsîn."

Ayşe Efendî wiha domand: "Îro çiyayên Kurdistanê banga li me dike, ji ber komployeke navneteweyî ya nû li dijî gelê Kurd heye. Em bi şerê hebûn û nebûnê re rû bi rû ne. Divê em şiyar bin û li rex gerîla bin."

Newroz Bozê (Gulistan Çiya) di 12’yê Hezîrana borî de di bersivdana êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêma Zapê ya çiyayên Kurdistanê de şehîd bûbû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YGy_mrpwMuA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>