Ciwanên Reqayê xwestin ku qatilên Îda werin cezakirin

Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê banga hesabxwestina ji qatilên Îda El-Seîdo kir û gotin: "Em bang li jinên ciwanan dikin ku dakevin qadên têkoşîn û berxwedanê û li hemberî mêrdestî û hovîtiyê bisekinin."

Ciwanên Reqayê xwestin ku qatilên Îda werin cezakirin
4 tîrmeh, 2021   14:16
REQA

Nerazîbûnên li hemberî qetilkirina zaroka bi navê Îda El-Hemûdî El-Seîdo zêde dibin.

Têkildarî  mijarê, endamêm Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê û Rêxistinên Civaka Sivîl li pêşiya avahiya ciwanan a navenda bajarê Reqayê hate xwendin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan  Xada Hemûdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê hate gotin: "Beriya du rojan bi sûcekî hovane ku dikeve çarçoveya sûcên bi navê şerefê de ku hîn jî di hin civatan de heye, malbata zaroka bi navê Îda li gundewarê parêzgeha Hesekê zarok birin maleke kavilkirî û bi navê paqijkirina namûsê û tolhildanê zarok qetil kir."

Di daxuyaniyekê de hate diyarkirin ku zarok bi çend guleyan hate qetilkirin ji ber ku qebûl nekir ku bi pismamê xwe re bizewice û wiha hate domandin: " Sûcdaran namûs kirin hincet û zarok qetil kirin, da ku kuştin û hovîtiyê rewa bikin. Lê ev sûc namûsê paqij nake û tolê raneke. Berovajî vê îsbata şermê, paşketin û wêrankirinê dike. Mêranî ne di heqareta li jinan û qetilkirina wê de ye."

Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger ên Reqayê êrişên li dijî jinan şermezar kirin û got: "Heta ku hesab  ji sûcdaran  neyê xwestin em rûnanên, em ê li dijî êriş û zilma ku jin rojane zehmetiya wan dikişîne, bisekinin, ji ber ku tundiya li dijî jinan tê wateya tundiya li dijî tevahiya civakê.

Di dawiyê de em bang li jinên ciwanan dikin ku dakevin qadên têkoşîn û berxwedanê da ku li hemberî mêrdestî û hovîtiyê bisekinin."

(eh)

ANHA