Li Nexweşxaneya Gel a Amûdê beşa dayîngehê hat vekirin

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê beşa dayîngehê li Nexweşxaneya Gel a Amûdê vekir.

Li Nexweşxaneya Gel a Amûdê beşa dayîngehê hat vekirin
Li Nexweşxaneya Gel a Amûdê beşa dayîngehê hat vekirin
Li Nexweşxaneya Gel a Amûdê beşa dayîngehê hat vekirin
Li Nexweşxaneya Gel a Amûdê beşa dayîngehê hat vekirin
Li Nexweşxaneya Gel a Amûdê beşa dayîngehê hat vekirin
4 tîrmeh, 2021   13:42
QAMIŞLO

Ji ber ku pêwîstiya şêniyên navçeya Amûdê bi dayîngeha zarokan heye, Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê cara yekemîn ev beş li Nexweşxaneya Gel vekir.

Ev beş zarokan bê pere derman dike û li ser şêniyên ku berê zarokên xwe dibirin nexweşxaniyên bajêr, lêçûnên zêde û rêya dirêj dabîn kir.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Îqbal Ehmed bi beşdariya kadroyên tenduristî yên beşa dayîngehê û nexweşxaneyê, deriyê vê beşê vekir.

Dûvre, bijîşkê beşa dayîngehê Selîm Şewket axivî û vekirina beşê pîroz kir û da zanîn ku ev pêngaveke mezin ji bo xizmetkirina şêniyan e.

Amadekariyên vekirina vê beşê 6 mehan dewam kir. Di vê beşê de 3 alavên dayîngehê hene ku germa, xwarin û lênêrîna tenduristî bi dirêjahiya 24 saetan dabîn dike, di beşê de 4 bijîşk û 8 hemşîre dixebitin.

(fr)

ANHA