Ji bo bidawîkirina dorpêça li ser Şehbayê bangewazî

Desteya Tendursitiyê ya herêma Efrînê ragihand ku ji ber dorpêçkirina kantona Şehbayê ji aliyê hikumeta Şamê ve, beşeke mezin ji pêdiviyên tenduristiyê û derman nemane û bang li rêxistinên mirovî kir ku yekser destwerdanê bikin û dorpêç bê bidawîkirin.

Ji bo bidawîkirina dorpêça li ser Şehbayê bangewazî
4 tîrmeh, 2021   13:05
 ŞEHBA

Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê daxuyaniyek da û tê de li ser xetereyên mirovî yên li ser jiyana şêniyên kantona Şehbayê ya ji ber kêmbûna derman û pêdiviyên tenduristiyê, hişyarî da.

Bi dehan bijîşk, hemşire û endamên Rêxistina Heyva Sor a Kurd û Desteya Tenduristiyê ya herêma EFrînê li qada Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Zêdetirî 10 sal in roj bi roj aloziya Sûriyê kûrtir dibe. Êdî dem hatiye ku dest bi diyalogeke sûrî-sûrî ya cidî û bêyî dûrxistina tu pêkhateyan bê kirin da ku azarên vê gelî bi dawî bibin.

Li şûna ku hemû alî alîkariya gelê Efrînê yê koçberkirî bikin, em dibînin ku dorpêça li ser şêniyên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê hatiye ferzkirin, roj bi roj girantir dibe. Bi dorpêçê re sotemenî, derman ji ser şêniyan tên qedexekirin û nahêlin ku nexweş ji bo dermankirinê biçin bajarê Helebê. Her wiha karê ambulansên nexweşxaneyê û veguhestina nexweşan ji bo Helebê jî tê astengkirin.

Kiriyarên dortengkirinê yên hatine bibîrxistin, wekî xetere li ser bi hezaran sivîlan tên hesibandin.

Rênedana derbaskirina pêdiviyên tenduristiyê û dermanan ji bo herêmên me, hişt ku beşeke mezin ji wan madeyan bi dawî bibe. Bi wê yekê re nexweşane û nuqteyên din ên tenduristiyê nikarin bi erkên xwe yên mirovî li hemberî şêniyan rabin.

Em ji bêdengiya alî û rêxistinên mirovî û navneteweyî li hemberî van kiryarên li dijî rêgezên exlaqî û mirovî, şaş bûne. Bi navê hemû şêniyên herêmên Şehbayê û koçberên li herêmê û bi navê hemû xebatkarên tenduristiyê em bang li hemû aliyên aktîf dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û wan kiryarên bi amarnaca dortengkirina li sivîlan red bikin, ku dê bi xwe re xeteriyê li ser jiyana sivîlan çêbike. Her wiha divê hemû pêdiviyên tenduristiyê û derman bigihînin herêmê û nexweşên ji bo dermankirinê derdikevin neyên astengkirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hikumeta Şamê ji dema koçberiya şêniyên Efrînê ber bi kantona Şehbayê ve, dorpêçê ferz dike û derbasbûna pêdiviyên rojane wekî derman û madeyên sotemeniyê ji bo kantona Şehbayê qedexe dike.

(cx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/z7pDlFy6u10" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>