Weqfa Jina Azad: Divê cezayên giran li kujerên zaroka li Hesekê were birîn

Weqfa Jina Azad kuştina zarokekê li bajarê Hesekê şermezar kir û bang li aliyên têkildar kir ku der heqê sûcdaran de cezayên giran bidin.

Weqfa Jina Azad: Divê cezayên giran li kujerên zaroka li Hesekê were birîn
4 tîrmeh, 2021   11:44
QAMIŞLO

Çalakvanên medyaya dijîtal li ser malpera Facebookê dîmeneke keçeke biçûk a ji taxa Xiwêran a bajarê Hesekê ku bi ji aliyê xizmên xwe ve tê kuştin, parve kiribûn.

Têkildarî mijarê, îro Weqfa Jina Azad daxuyaniyek da û qetilkirina zarokê şermezar kir.

Endama Weqfa Jina Azad Hesîne Mihemed li pêşiya navenda weqfê ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna nûnerên gelek tevger û rêxistinên jinan, daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Lêdan, biçûkxisitn û kuştina wê zarokê, kuştina zarokatiya wê ye. Zewicandina zarokan a neqanûnî yek ji wan sûcan e ku rojane bi hezaran zarok pê re rû bi rû dimînin. Ew sûc li dijî nirxên mirovî, exlaqî û olî ye.”

Weqfa Jina Azad di daxuyaniya xwe de qetilkirina zarokê şemezar kir û bang li aliyên têkildar kir ku der heqê sûcdaran de cezayên giran bidin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fdrPDVE-pQc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>