Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 7 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 2 kes jî baş bûn.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
4 tîrmeh, 2021   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 7 kesên din bi vîrusa koronayê ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa piştrast kir ku kesên bi koronayê ketine 5 mêr û 2 jin in û li van herêman in:

Dêrik: 1

Kobanê: 1

Reqa:1

Dêrazor: 3

Kampa Holê: 1

Her wiha Mistefa da zanîn ku 2 kes jî baş bûne.

Bi van daneyan hejmara pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 18 hezar û 532 kes; ji wan 763 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 875 kes jî baş bûne.

dm