​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya û Tirkiye der barê Idlibê de gihîştin lihevkirineke nû

Rojnameyên erebî yên îro behsa lihevkirina Rûsya û dewleta Tirk a têkildarî Sûriyê, her wiha rewşa Lîbyayê û vekişîna Amerîkayê ji Efganistanê û encamên wê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya û Tirkiye der barê Idlibê de gihîştin lihevkirineke nû
1 tîrmeh, 2021   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

'RÛSYA Û TIRKIYÊ LI SER HERÊMEKE LI IDLIBÊ KU LEŞKER TÊ DE TUNE BIN, LI HEV KIR’

Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Tirkiye û Rûsyayê ragihand ku ew gihaştine lihevkirinekê ku herêmeke bêleşker li parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê çêkin û nîqaşên der barê rewşa mirovî de li bakurê Sûriyê didomin.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna çapemeniyê ya li gel wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu de ku roja çarşemê li bajarê Antalya yê Tirkiyê hate lidarxistin, got ew bi aliyê Tirkiyê re gihaştine lihevkirinekê têkildarî avakirina herêmekê li Idlibê ku hebûna leşkerî tê de tune be.

Her wiha Lavrov got welatê wî projeya nû ya Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY)  ya der barê vekirina koorîdoreke din de da ku alîkariyên mirovî bi rêya sînor bigihêjin Sûriyê, red dike. Lavrov got: "Heke em der barê pirsgirêkên mirovî yên gelê Sûriyê de bitirsin divê wê demê em li sedemên wê binihêrin ku hişt ev pirsgirêk derkevin. Destpêkê ji cezayan di nav de Qanûna Qeyser ku rêveberiya Amerîkayê ya berê Donald Trump pêk anî."

‘ASTENGIYÊN ÎXWANAN DIYALOGA LÎBYAYÊ DIKIN HEDEF’

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Îro çavên gelê Lîbyayê li Cinêvê ne û li hêviyê ne ka kî di komxebata diyaloga siyasî de bi ser bikeve. Her wiha bi hêvî ne ku bigihêjin bingeheke destûrî ji hilbijartinên ku dê di dawiya Kanûnê de werin lidarxistin. Her wiha guman li ser derfeta pêkanîna erêkirinên cidî der barê nakokiyan de nexasim di çarçoveya israrkirina Îxwanan û hevalbendên wan de ku astengiyan derxin, hilbijartinan taloq bikin an jî li gorî şertên ne li gorî xwestekên giştî yên hêzên nîştimanî û civaka navneteweyî ne, bi rêxistin bikin."

‘SERWERIYA TALÎBANÊ DERIYÊN ŞERÊ NAVXWEYÎ LI EFGANISTANÊ VEDIKE’

Di çarçoveya vekişîna Amerîkayê ji Efganistanê û encamên wê de rojnameya El-Ereb wiha got: "Fermandarê hêzên NATO`yê li Efganistanê general Scott Miller roja çarşemê hişyarî ji ber xetereya lidarxistina şerekî navxweyî li welêt piştî vekişîna hêzên wî ku di 11`ê Kanûnê de dê dest pê bike, da. Talîban jî li meydanên şer destkefiyan bi dest dixe û ev yek jî tê wateya ku dibe artêşa Efganistanê ber bi hilweşînê ve biçe."

Miller got, tevgera Talîban di demên dawîn de herêmên di bin serweriya xwe de zêde kirine û rewşa ewlekariyê li welêt xirab e.”

(bx)