Şahidek ji Şengalê: Dewleta Tirk erebeyeke sivîl bombebaran kir

Şahîdekî li ser bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî Şengalê got, balafira dewleta Tirk erebeyeke sivîl kir hedef û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk derxistina tevliheviyê û nakokiyê li Şengalê ye.

Şahidek ji Şengalê: Dewleta Tirk erebeyeke sivîl bombebaran kir
1 tîrmeh, 2021   07:40
ŞENGAL

Duh nêzî saet 16:00`an balafireke bêmirov a dewleta Tirk erebeyeke sivîl li herêma kampa Serdeştê ya çiyayên Şengalê bombeberan kir û di encama wê de 2 sivîlên êzidî birîndar bûn û ziyan gihaşt erebeyê.

Xelîl Hecî ji niştecihên Şengalê ye. Mala wî li nêzî cihê bombebaranê ye. Xelîl Hecî di dîmenekê de ku ji ANHA`yê re kişand, wiha got: "Tişta ku çapemeniya Tirk belav dike ku balafira Tirk erebeyeke leşkerî yan jî cihekî leşkerî kiriye hedef, ne rast e."

Hecî diyar kir ku dema erebe di ser rêya kampa Serdeştê re ku wek ‘Serdeşta Kolika’ tê naskirin, derbas dibû rastî bombebaranê hat û di encama wê de 2 sivîlên êzidî ku di erebeyê de bûn, birîndar bûn û zirar gihaşt erebeyê.

Her wiha Xelîl Hecî destnîşan kir ku hincetên dewleta Tirk ku PKK di çiyayên Şengalê de ye, derew in, cihê ku hate bombebarankirin kamp û malên koçberên êzidî ne ku di dema êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya 2014`an koçberî wan herêman bûne û rêya ku hate bombebarankirin tevgera erebeyên sivîl lê zêde ye.

Xelîl wiha domand: "Gelo dîrokê qeyd kiriye ku me êrişî dewleta Tirk kiriye?. Çima em têne topbarankirin û zarokên me ditirsînin?. Tenê dixwazin ku zarokên me bi ewle xew nekin û tevlîhevî û nakokiyan li Şengalê derxin."

(bx)

ANHA