​​​​​​​Emîn Elîko: Armanca gefên dewleta Tirk ên li dijî Minbicê vejandina DAIŞ’ê ye

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk Emîn Elîko diyar kir ku dewleta Tirk bi gefa dagirkirina bajarê Minbicê dixwaze ku hebûna çeteyên DAIŞ'ê dîsa li herêmê zindî bike.

​​​​​​​Emîn Elîko: Armanca gefên dewleta Tirk ên li dijî Minbicê vejandina DAIŞ’ê ye
1 tîrmeh, 2021   06:11
HELEB-ARIF SILÊMAN

Dewleta Tirk gefa dagirkirina bajarê Minbicê didomîne. Der barê vê yekê de endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê Emîn Elîko ji ajansa me re axivî.

Emîn Elîko got bajarê Minbicê wekî bajarê biratiya gelên Kurd, Ereb, Tirkmen û Çerkez tê zanîn, dewleta Tirk bi her awayî hewl dide di navbera van gelan de û di navbera wan û Rêveberiya Xweser de fitneyê belav bike û her wiha wan gelan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.

Elîko bal kişand ser rewşa Minbicê di dema kontrolkirina çeteyên DAIŞ de û piştrast kir ku xelkê bajêr di rewşeke bêîstîqrar de dijiya, piştî ku bajar ji hêla QSD'ê û ciwanên herêmê ve hat rizgarkirin, jiyan li Minbicê vegeriya û got: "Divê kes vê yekê ji bîr neke ku QSD'ê û ewladên Minbicê herêm rizgar kirin û ew ê parastina wê bidomînin."

Elîko her wiha got: "Dewleta Tirk her tim gef li bajarê Minbicê dixwe, armanca wê vejandina çeteyên DAIŞ'ê û piştgiriya şaneyên wan li herêmê ye."

Emîn Elîko bang li hemû pêkhateyên Minbicê kir ku li pêşberî planên dewleta Tirk bisekinin û li hember her hewldaneke dagirkirina bajarê wan bisekinin.

'BÊDENGÎ JI DEWLETA TIRK RE DIBE DESTEK'

Elîko diyar kir ku projeya dewleta Tirk projeyeke dagirkirinê ya berfireh e ku ji Kerkûkê heya bajarê Helebê dirêj dibe û wiha dewam kir: "Bi dagirkirina Minbicê re, dixwaze rêya di navbera rojhilatê Firatê û Bakurê Sûriyê de qut bike, da ku gelên li herêmên dagirkirî yên mîna Efrînê, Şehba, Serê Kaniyê û Girê Spî qir bike."

Elîko bêdengiya navneteweyî û bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê ya li hember van hemû binpêkirin û sûcên dewleta Tirk şermezar kir û got: "Divê civaka navneteweyî û Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî, dawî li sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîne."

Emîn Elîko got bajarê Minbicê bûye bajarê biratiya gelan û yekbûna pêkhateyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk vê biratiyê xeternak dibînin. Lewra gefan li herêmê dixwe da ku projeya Osmaniyan di bin navê Mîsaqa Mîllî de vejîne."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vUIxJ_rIC6w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>