Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê: Tirkiye hewl dide ewlehî û aramiya herêmê têk bibe

Seroka Nivîsgeha Rêxistinê ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Asya El-Hisên got sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca derbekirina ewlehî û aramiyê ye.

Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê: Tirkiye hewl dide ewlehî û aramiya herêmê têk bibe
1 tîrmeh, 2021   01:51
MINBIC

Têkildarî êrişên dijwarên ên dewleta Tirk ên ji zêdetirî hefteyekê ve li dijî bakurê rojavayê Minbicê, berpirsa Partiya Sûriya Pêşerojê ji ajansa ANHA`yê re axivî.

Seroka Nivîsgeha Rêxistinê ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Asya El-Hisên wiha got: "Ev sûcên ku dewleta Tirk li dijî herêmên me pêk tîne, ne tiştekî nû ye, her ji demekê ve herêmên me dike armanc, da ku ewlehî û aramiyê têk bibe, her wiha bi buhaneyên bêbingeh dixwaze xerabkirin û wêrankirinê pêk bîne, jê dagirkirina herêmên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Destwerdanê li pêşeroja gelê sûrî dike û çareyên kêrnehatî û tengav ferz dike ku nakevin ximzta gelê Sûriyê."

Asya El-Hisên mixabiniya xwe ya têkildarî hevkariyê anî ziman û wiha pê de çû: "Kesên ku dibêjin em şêniyên Sûriyê ne, lê di rastiyê de bi dewleta Tirk re ne. Ev yek bi girêdana xwe bi dewleta Tirk û pêkanîna siyasetên wê re îsbat kirin. Ji ber di şerê dewleta Tirk li tevahî herêman pêk tîne de serkêşiya wê dikin, ji bilî wê jî provakasyonan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de pêk tînin."

Asya El-Hisên destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe, ji ber ku ditirse ev proje bigihêje erdên wê, ji ber vê yekê hemû rêbazan bi kar tîne, çi di siyaseta xwe ya hovane de be çi jî di qutkirina ava Firatê, koçberkirina bi darê zorê, guhartina demografiyê û binpêkirina mafên mirovan a li dijî sivîlên li herêmên dagirkirî be.

Asya El-Hisên îşaret bi binketina hewldanên Tirkiyê kir û da zanîn ku wê yekê hişt ku derdora Minbicê topbaran bike da ku dagir bike, ji ber ku Minbic cihekî stratejîk e.

Têkildarî helwesta partiya wan, Seroka Nivîsgeha Rêxistinê ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Asya El-Hisên wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em Partiya Sûriya Pêşerojê bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk li dijî sivîlan pêk tîne, şermezar dikin, her wiha bang li tevahiya rêxistinên mafnas û mirovan dikin ku li hemberî van sûcên dubarekirî yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û li dijî bajarê Minbicê bi taybet, bi berpirsyariya xwe rabin. Ji ber ku pîvanên navneteweyî û mafên mirovan bin pê dikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/M5ck5Gz_C0s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>