Mamosteyên Hesekê banga yekitiya kurdî kir

Mamosteyên bajarê Hesekê diyar  kir ku dagirkeriya Tirk hewl dide herêmên zêdetir ên erdnîgariya Kurdistanê dagir bike û tev li nexşeya xwe bike û bang li partiyên siyasî kir ku li hember êrişên dewleta Tirk yekitiya xwe ava bikin.

Mamosteyên Hesekê banga yekitiya kurdî kir
1 tîrmeh, 2021   07:12
HESEKÊ

Têkildarî êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê ku ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve pêk tên û hewl dide bi erêkirina hikumetên Bexda û Başûrê Kurdistanê erda Başûrê Kurdistanê dagir bike, mamosteyan nêrînên xwe anîn ziman.

Mamoste Nesrîn Mecdel diyar kir ku êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tên, berjewendiyên Erdogan ên Osmanî ne ku dixwaze hejmareke mezin ji herêmên li parçeyên Kurdistanê dagir bike.

Nesrîn Mecdel ev li gotina xwe zêde  kir: "Ev komployên navneteweyî û Tirkî bi armanca parçekirina gelê kurd û dagirkirina gelek herêman pêk tê, da ku wekî herêmên din ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine sûcan pêk bîne."

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk gerîla berxwedanê berdewam dikin û der barê vê yekê de mamoste Nesrîn Mecdel destnîşan kir ku vîna wan û vîna gerîlayên HPG`ê ji êrişan xurtir e.

Mamoste Medya Elî jî axivî û got armanca dagirkeriya Tirk a ji êrişên li dijî çiya û Başûrê Kurdistanê berfirehkirina rûbera dagirkerina erdnîgariya Kurdistanê ye, da ku tev li nexşeya xwe bike, nexasim ku dê 2021`ê peymana Lozanê bi dawî bibe.

ꞌDIVÊ YEKITIYA MALA KURDÎ ÇÊBIBEꞌ

Der barê bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk de, mamoste Medya Elî got ev bêdengî rê li pêşiya dagirkerî û êrişên wê vedike, da ku Kurdistanê dagir bike.

Mamoste Medya Elî bang li tevahiya partiyên kurdî yên siyasî kir ku yekitiya mala kurdî ava bikin da ku dawî li êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî parçeyên Kurdistanê pêk tîne, bînin.

Mamoste Heyfaa Ehmed êrişên dagirker û hevkariya hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û ev nirxandin kir: "Dagirker dixwaze bi rêya van êrişan projeya demokratîk têk bibe."

Di dawiyê de Heyfaa Ehmed bang li tevahiya gelê herêmê û pêkhateyan kir ku piştgiriya HPG`ê bikin, ji ber ku li dijî dagirker û êrişên wê disekine û hewl dide projeya neteweya demokratîk îsbat bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/faWORHu8pFY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>