Emîne Osê: Bi yekitiya jinan dê ev sedsal nebe sedsala faşîzmê

Emîne Osê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker a faşîst êrişî du nasnameyên jinên Kurd dike û got “Doza jinan li her devera cîhanê yek e. Bi yekitiya jinan re dê sedsala 21`mîn nebe sedsala faşîzma AKP/MHP’ê.”

Emîne Osê: Bi yekitiya jinan dê ev sedsal nebe sedsala faşîzmê
1 tîrmeh, 2021   04:13
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê der barê bilindbûna asta faşîzma dewleta Tirk û hedefgirtina jinan ji ANHA’yê re axivî û got: “Li Tirkiyê jin bi awayekî eşkere dibin hedef, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi rêya şaneyên veşartî tên hedefgirtin.”

Emîne Osê diyar kir ku dewleta ku di sedsala 21`an de di milê faşîzmê de hatiye asta herî jor, dewleta Tirk a ku AKP`ê pêşengtiya wê dike ye. Emîne Osê destnîşan kir ku faşîzma dewleta Tirk di nava civaka Tirkiyê de bi rê û rêbazên cur bi cur ketiye dewrê û got: “Dewleta Tirk ji hemû aliyan ve destwerdana xweza, nirx û exlaqê civakê dike. Dixwaze di civakê de jinê bê bê rol bihêle. Jinê her tim parastina xwe kiriye, heta ne tenê parastina xwe, di heman demê de bi parastina xwe re parastina civakê jî kiriye û dike. Dewleta Tirk bi pêşengtiya hikumeta AKP`ê êrişî  nirxên civakê û jinan dike. Bi pêşengiya hikumeta AKP`ê ya faşîst hemû pîvan û hevpeymanên parastina mafên jinan hatibûn dayîn, hatine binpêkirin.”

‘JIN RASTÎ ÊRIŞÊN ŞOVENÎST TÊ’

Têkildarî binpêkirina van pîvan û hevpeymanan ji aliyê dewleta Tirk ve, Emîne Osê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze peyamekê bide raya giştî û got: “Wekî ku ji wan re bibêje `ez ê li hemberî we derkevim û ez îtîrafê bi pîvanên we nakim.’ Dewleta Tirk hevpeymana Stenbolê ji holê rakir. Di heman demê de ev pêvajoyeke dirêj e ku siyasetmedar, xwendekar bi taybet ên jin rastî êrişên şovenîst tên. Dewleta Tirk bi awayekî eşkere ji bo ku bertekên civakê bicemidîne asta faşîzmê derxistiye asta herî jor û destwerdana derdora xwe dike.”

Emîne Osê bal kişand ser destwerdanên dewleta Tirk a dagirker li dewletên cîran û wiha axivî:“Dewleta Tirk destwerdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Azerbaycan, Yemen û Misirê jî dike. Destwerdana wê jî bi armanca siyasî û dagirkirinê tê kirin, lê dixwaze bala gelê Tirk bikişîne ser ku `va ye ez serkeftinên mezin qezenc dikim‛ da ku nehêle bal biçe ser pirsgirêkên hundirîn."

‘JINÊN KURD JI BER DU NASNAMEYAN TÊN HEDEFGIRTIN`

Emîne Osê da zanîn ku jinên hemû pêkhateyan li Tirkiyê tên hedefgirtin û got: “Êrişa li ser jinên Kurd ji beşdarbûna wan di hemû qadên jiyanê de ku di nava civakê de xwedî erk in, êrişeke eşkere ye. Ji ber ku jinên din ên li Tirkiyê ne birêxistinkirî ne û berdevkên wan tune ne, bûyerên ku li dijî wan têne kirin, tên veşartin. Ji bo Kurdan hinekî rewş cuda ye. Jinên Kurd hem li ser nasnameya neteweyî û hem jî li ser nasnameya jin tên hedefgirtin. Êrişên li ser jinan ne tenê di çarçoveya dewleta Tirk de sînordar e, lê belê ev siyaseteke bi zanabûn e. Li hundir û derveyî Tirkiyê yekemîn armanca dewleta Tirk, Kurd in."

Qetilkirina xebatkara HDP`ê Denîz Poyraz ku di 17`ê Hezîranê de ku bi êrişeke hovane pêk hat, yek ji sûcen eşkere yên dewleta Tirk a qirker û faşîst e. Hikumeta AKP/MHP’ê wekî her dem parastina kujer kir û bi hestên netewperestî rêya teşwîqkirina qetilkirina jinan xurt kir.

Emîne Osê diyar kir ku dewlta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî heman siyaseta qirêj dimeşîne û got: “Di pêvajoya şer a derbasbûyî de hedefgirtina jinan bi rêya çeteyên ku yekser ji dewleta Tirk piştgirî digirin, dewleta Tirk wan wek alaveke siyaseta xwe dimeşîne. Ji El-Nusra bigire hetanî bi DAIŞ`ê, heta niha şaneyên wan ên heyî bi daxwazên dewleta Tirk tev digerin. Li Tirkiyê jin eşkere dibin hedef, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi rêya şaneyên veşartî tên hedefgirtin."

‘DOZA JINAN LI HER DEVERÊ YEK E’

Emîne Osê, anî ziman ku kujer û şewazê qetilkirina Hevrîn Xelef û Denîz Poyraz heman e. Emîne Osê diyar kir ku qetilkirina Hevrîn Xelef ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyama dûrxistina jinan ji siyasetê bû. Bi hewldana ku bibêjin `Çawa li Tirkiyê ez hewl didim jinan bê deng bikim, divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî jin bê deng bin.’ Di heman demê de jinên ku kar û xebatên rêveberiyê dikin jî tên hedefgirtin wekî jinên ji pêkhateya ereb Seda û Hind. Dewleta Tirk bi rêya madeyên hişbir û fihûşê jî hewl dide civaka me têk bibe, ev yek siyaseta wan dijberî jinê ya sîstematîk û plankirî derdixe holê. Doza hemû jinên cîhanê yek e, dosya hevbeş ku divê xebat li ser bê kirin ku yekitiya jinan çêbe. Lê heta niha bi giştî rêxistinên jinan li cîhanê taybet em wek jinên Kurd lobiyekî wisa xurt ku van dozên hevbeş wekî yên parastina mafên jinan tev bigerin, ne di wê asta bilind de ye, ne di wê asta xurt de."

‘TEKOŞÎNA JINÊN KURD DÊ NESEKINE’

Emîne Osê anî ziman ku divê hêza hemû jinan bibe yek û bi dosyayên hevbeş re xebatên mezin bên kirin û got: “Ger em yekitiyekê ava nekin em ê dereng bimînin. Bi yekitiya giştî rêxistin û tevgerên jinan re dê xebateke xurt û asteke mezin bi dest bixin û bikarin li dijî faşîzmê têkoşîneke hevpar bimeşînin. Faşîzma AKP/MHP’ê hewl dide hemû rengê jiyanê bike yek ku ev dijberî xwezaya jinan e. Ji bo ku jin bi vê rengbûna xwe bimîne û li hemberî pêla faşîzmê raweste, pêwîstî bi tekoşîneke xurt heye."

‘EV SEDSAL DÊ NEBE SEDSALA FAŞÎZMÊ’

Emîne Osê da xuyakirin ku hikumeta AKP`ê sedsala 21`an ji xwe re kiriye armanc û wiha dewam kir: "Divê em wek tevgera jinên azadîxwaz xebat bikin û li şûna sedsala 21`an bibe sedsala faşîzma dewleta Tirk, bila bibe sedsala jinan. Ev xebat ne tenê dikeve ser milê jinên Kurd, bê guman berpirsyariya wê li ser hemû jinên cîhanê ye."

ANHA