‛Gel xwedî biryar e û armanca me pêkanîna edaleta civakî ye’

Li navçeya Sirînê civînek di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser û rûspiyên eşîran de li dar ket. Di civînê de Hevserokê Meclisa Rêveveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got: "Gel xwediyê biryaran e, armanca me pêkanîna edaleta civakî ye."

‛Gel xwedî biryar e û armanca me pêkanîna edaleta civakî ye’
26 hezîran, 2021   13:57
KOBANÊ

Civîn li mêvanxaneya Mehmûd Mihemed El-Şewax a li ketina bakurê navçeya Sirînê ya Kobanê li dar ket.

Ev civîn destpêka rêzecivînên ku Meclisa Rêveber a Herêma Firatê ragihandiye ye ku dê civînan bi şêniyên herêma Firatê re li dar bixin û li xwestekên wan guhdar bikin û li hember provakasiyên aliyên derve yên bi armancên tevliheviya ewlehî û aramiyê bisekinin.

Di civînê de xwestekên herêmê ji bo dema pêş hatin nîqaşkirin û gelek pêşniyar ji berpirsên Rêveberiya Xweser re hatin kirin.

Girêdayî mijarê, Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn ji rûspiyên eşîran re wiha got: "Em niha rakirina hin gumrikên li ser hin madeyan lêkokîn dikin, da ku bar li ser şêniyan sivik bikin, her wiha dê bacên ku rêveberî werdigire, li ser projeyên xizmetguzarî yên herêmê xerc bike, ji ber ku tu piştgireyeke derve tune ye, ji bilî hin rêxistinên biçûk ên li herêmê. Bi wê re em ji bo projeyên xwe yên xizmetugzarî xwe dispêrin bacan."

Mihemed Şahîn wiha domand: "Hin biryar girêdayî nêrîna gel in, ew xwedî biryar in, ne tenê em. Armaca me pêkanîna edaleta civakî ye û valahiya di navbera me û gel de dagirin, da ku bi aştî û ewlehî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bijîn."

Li aliyekî din jî Hevseroka Desteya Edaleta Civakî ya Herêma Firatê Nesra Xelîl wiha got: "Ji îro ve, em ê komîteyekê ji rûspiyên eşîran ava bikin da ku rewşa girtiyan bişopînin û wan bi lez serbest berdin, ji bilî girtiyên bi terorê hatin cezakirin. Dê şêniyên herêmê yên ku destên wan di xwînê de tune bi rêya efûya giştî ya ku dê nêz bi derkeve werin berdan."

Hevseroka Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Herêma Firatê Merwa Dirêî jî wiha got: "Armanca me ji lidarxistina vê civînê guhdarkirina xwestên gel bi rêya rûspiyên eşîran û her wiha guhdarkirina li pirsgirêkên çend salên borî yên li hember wan.  Li aliyekî din jî da ku şêniyên herêmê bi ewle bikin ku rêveber her tim ji bo guhdarkirina li wan, amade ye. Ji ber makanîzmeya ku rêveberî jê hatiye avakirin, dê di çend rojên bê de civînên zêde li herêmê li dar bixin ku xwestekên şêniyan binasin."

(fr)

 ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ABqBq5W34_g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>