Nivîsgeha Têkiliyan a YPG'ê du alî li hev anîn

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya YPG`ê malbatek û ajokarekî li gel Meclisa Leşkerî ya Girê Spî li hev anîn.

Nivîsgeha Têkiliyan a YPG'ê du alî li hev anîn
26 hezîran, 2021   13:27
QAMIŞLO

Di encama qezayekê de ku 1'ê Gulana borî li ser rêya Reqa-Girê Spî çêbibû, jina bi navê Sena Îsa (28) jiyana xwe ji dest dabû û du kesên din ji malbatê birîndar bûn. Qeza bû sedema nakokiyê di navbera malbatê û ajokar de.

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya YPG'ê  mudaxele kir û her du alî  li hev anîn.

/ar/uploads/files/2021/06/26/124327_img_8035.webp

Lihevanîn malbata Sena Îsa û ajokar Mihemed El-Xidir li mala malbatê ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê pêk hat.

Di rûniştina lihevanînê de ajokarê erebeyê lêçûna dermankirina birîndaran girt ser xwe.

Têkildarî mijarê, ji rêveberên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya YPG'ê Ebdulezîz Yûnis ji ANHA'yê re axivî û got: "Hêzên Sûriya Demokratîk, Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya YPG'ê ya herêma Firatê agahdar kir ku bi koordîneya Nivîsgeha Têkilyên Giştî ya YPG'ê ya Qamişlo lihevanînê bi rêve bibe. Nîqaşa bi malbatê re erênî bû."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6DiGOrC1CWk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>