Li Ramellah li dijî kuştina çalakvanekî xwepêşanda li dar ket

Li bajarê Remellah ê Filistînê, li dijî kuştina çalakvan Nîzar Benat a ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Filistînê ve xwepêşandek li dar ket.

Li Ramellah li dijî kuştina çalakvanekî xwepêşanda li dar ket
26 hezîran, 2021   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên Filistînî, xwepêşanderan diruşmên şermezarkirina qetilkirina çalakvan Nîzar Benat û banga çûyîna serokê Filistînê Mihemed Ebas berz kirin.  Her wiha diruşmên koordîneya ewlehiyê ya di navbera desthilata Filistînê û Îsraîlê de red kirin.

Berbaga roja pêncşmê çalakvan Nîzar Benat ku ji aliyê desthilatê ve hatibû girtin, hate kuştin. Di encamên lêkolînkirina cenazeyê de şopên lukman û xwînl li tevahî bedena wê hatin dîtin.