Li Minbicê dewreyên perwerdeyê ji bo mamosteyan dest pê kir

Komîteya Perwerdeyê ya Minbicê bi armanca bilindkirina asta zanistî û perwerdeyê wekî amadekariya ji sala bê re, dest bi kursên rê û rêbazên nûjen ên perwerdeyê ji bo mamosteyan kir.

Li Minbicê dewreyên perwerdeyê ji bo mamosteyan dest pê kir
26 hezîran, 2021   12:43
MINBIC

Perwerde di 22'yê Hezîranê de dest pê kir, hejmara mamosteyên ku tev li kursên perwerdeyê dibin, hezar û 200 e. Tê payîn ku perwerde 10 rojan bidome.

Têkildarî mijarê, ji rêveberiya Komîteya Perwerdeyê Rewda El-Mihemed got armanca perwerdeyê xurtkirina asta mamosteyan e.

Rewda wiha domand: "Berî destpêkirina perwerdeyê, me dewreyeke taybet vekir û bername hatin nîqaşkirin. Her wiha der barê hin mijaran de nîqaş hatin kirin ku di encamê de ji aliyê Desteya Zanistî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin qabûlkirin ku wekî bernameyek taybet ji bo perwerdeyê werin dayîn."

Redwa destnîşan kir ku di destpêka perwerdeyê de waneyên psîkolojiyê û sîstema hundirîn a dewreyê hatin dayîn. Piştre ev ders dê bi awayekî pratîk a stratejiya hîndekariyê werin meşandin, di dawiya dewreyê de dê dersên zimanê îngilîzî werin dayîn û dê dewreyeke taybet ji bo mamosteyên alîkar were vekirin.

Perwerdekar Ebdulah Mûse jî got heke hin mamoste piştî vê dewreyê asta wan ne serkeftî bin, dê tev li dewreyeke duyemîn bibin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xQXqkosaORk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>