Rêveberiya deriyê Sêmalka: Derî dê roja duşemê were vekirin

Rêveberiya deriyê Sêmalka ragihand ku duşema bê dê derî ji nû ve were vekirin.

Rêveberiya deriyê Sêmalka: Derî dê roja duşemê were vekirin
26 hezîran, 2021   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Sêmalka li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku di roja duşema bê de dê derî vebe. Her wiha destnîşan kir ku tevahî nexweş û bûk divê biçin Gerînendetiya Vîzeyan da ku belgeyên xwe bi dest bixin.

Rêveberiyê da zanîn ku derî li ber welatiyên welatiyên Ewropayê, nexweş, bûk û bazirganan vekirî ye. Her wiha piştrast kir ku derî dê rojên şemî, duşem û çarşemê vekirî be.

(dm)

ANHA