HPC-Jin: Armanca êrişên dijwar ên dewleta Tirk têkbirina berxwedanê ye

Hêzên Parastina Civakî-Jin diyar kir ku dewleta Tirk êrişên dijwar dimeşîne da ku berxwedana li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê têk bibe.

HPC-Jin: Armanca êrişên dijwar ên dewleta Tirk têkbirina berxwedanê ye
26 hezîran, 2021   12:40
QAMIŞLO

Bi dehan endamên Hêzên Parastina Civakî- Jin li pêşiya navenda xwe ya li sûka navendî ya Dêrikê kom bûn û daxuyaniyek der barê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de da. Endama HPC-Jin Evîn Ebdo daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk hewl dide vîna jinên Rojava bişikîne.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku êrişên dijwar ên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  herêmên Başûrê Kurdistanê, Zap, Avaşîn û Metîn, armanc jê ew e  ku berxwedanê têk bibe.

Di daxuyaniyê wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a faşîst çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar tîne. Li aliyekî din sûcên hov, guhartina demografiyê li herêmên ku dagir kirine, pêk tîne."

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku armanca dewleta Tirk ew e ku projeya neteweya demokratîk derbe bike û vîna jinan ku azadiya wê bi saya berxwedana jinan bi dest xistiye, bişikîne.

Hêzên Parastina Civakî-Jin qetilkirina endama HDP’ê Denîz Poyraz jî şermezar kir.

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EKNmb2SdNeA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>