​​​​​​​Li Şedadê nasnameya 2 şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê hatin eşkerekirin

Bi merasîmekê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê nasnameyên 2 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê eşkere kirin.

​​​​​​​Li Şedadê nasnameya 2 şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê hatin eşkerekirin
23 hezîran, 2021   14:12
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê nasnameyên 2 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ku demeke berê şehîd bûbûn eşkere kirin.

Navên her du şehîdan wiha ne; Hisên El-Şêx ku li Hesekê 20-11-2020`an dema li ser erka xwe bû şehîd bû û Beşar El-Ferac ku 8-6-2021 dema li ser erka xwe bû gihaşt asta şehadetê.

Merasîm li goristana şehîdan a navçeya Şedadê hat lidarxistin. Şêniyên herêmê, saziyên leşkerî û sivîl beşdarî merasîmê bûn. Paşê ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhemîd El-Hisên axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Her wiha îşaret bi rola Hêzên Erka Xweparastinê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya rizgarkirin û parastinê herêmê kir.

Endamê Ewqafa Şedadê şêx Ehmed El-Esad axivî û diyar kir ku qedrê şehîdan li gel xwedê û gelên wan giran e, ji ber ku ji bo parastina azadî û parastina gelên xwe canê xwe feda kirine.

Her wiha endamê ewqafê îşaret bi hevgitina gelê herêmê ya li dijî êrişên Tirkiyê û kesên destwerdana ewlehiya herêmê dikin, kir û got: "Gelê herêmê parastina destkeftiyên bi saya berdêlên şehîdan hatine bidestxistin, dikin."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Nacî Nicûm axivî û wiha got: "Bila Tirkiye û çeteyên wê her wiha çi kesên destwerdana ewlehiya herêmê dikin, bizanibin  ku ji bo parastina xaka xwe em amade ne karwanên şehîdan bidin. Kesên li azadiyê û rûmetê digerin ger berdêlên giranbuha nedin ew ê bi dest nexin. Li hemberî vê yekê em berdêlên şehîdên xwe didin û ev jî li cem me tişta herî giranbuha ye, ji lew re em ê rêça şehîdan bişopînin. "

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehre Ehmed nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Merasîm bi berzkirina sloganên"Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA