ꞌDivê sûdarên komkujiya li dijî jinên siyasetmedar pêk anî, werin darizandinꞌ

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê qirkirina jinan şermezar kir û diyar kir ku dagirkeriya Tirk fermandar, siyasetmedar û çalakgeran dike armanc, da ku vîna jina azad û berxwedêr her wiha şoreşa jinan têk bibe ku bi saya têkoşîna wê ya bi armanca parastina azadiyê pêk hat.

ꞌDivê sûdarên komkujiya li dijî jinên siyasetmedar pêk anî, werin darizandinꞌ
23 hezîran, 2021   14:45
REQA

Bi dehan endamên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi daxuyaniyekê sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin, di serê pêşî de qetilkirina endama HDP`ê Deniz Poyraz.

Berdevka Meclisa Jinên Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliya El-Kecwan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji destpêka aloziya Sûriyê ve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sûcên dagirkeriya Tirk re rû bi rû dimînin, li herêmên hatine dagikirin, di hedefgitina jinan de siyaseteke qirkirinê didin meşandin, ji qetilkirinê bigire û heta bi revandin û koçberkirinê da ku hêz û israra wan bişikînin, ji ber ku di hemû qadan de serkeftin qezenc kirine,  lê li  vir sînordar nema û siyasetmedarên fermandar dike armanc û sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12`yê Cotmeha 2019`an de şehîd xist ku ji bo biratiya gel û yekitiya Sûriyê tê dikoşiya.

Di 17`ê Hezîranê de endama HDP`ê Deniz Poyraz hat qetilkirin, em îro li dijî sûcên dagirkeriya Tirk disekinin û şermezar dikin, di 23/6/2020`an de jî maleke li gundê Helincê yê başûrê rojhilatê Kobanê bi balafirekê kir armanc, di encamê de Zehre, Hebûn û dayika Emîne gihaştin asta şehadetê.

Hedefgitina fermandaran û siyasetmedan, her wiha çalakgeran bi armanca têkbirina vîna jina azad û berxwedêr e û têkbirina şoreşa jinan e, ku bi saya têkoşîna wê ya bi armanca pêkanîna wekhevî, azadî û biratiya gelan pêk hatiye.

Dagirkeriya Tirk bi rêya çete û komên girêdayî xwe li herêmên ku  dagir kirine û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên zana û rêxistinkirî bi rêbazên hovane û derexlaqî  dikin armanc.

Em îro li hember sûcên li dijî jinên siyasetmedar pêk tên disekinin, bila hemû rêxistinên navneteweyî, mafnas û jinan nas bikin, di heman demê de li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û hişmendiya baviksalarî em yekitiya xwe ava bikin û têkoşîna xwe çêkin, sûcdaran darizînin. Em sûcên qetilkirin û înkarkirinê qebûl nakin û êdî bes e ji qirkirina jinan e, em soz didin şehîdan ku dê li ser şopa wan heta pêkanîna azadiyê bimeşin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZzrUxz6PtTc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>