Der barê girîngiya rola jinan di warê siyasî de li Minbicê panelek hat lidarxistin

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbicê di bin navê "Di siyasetên der rola jinan " panelek li dar xist.

Der barê girîngiya rola jinan di warê siyasî de li Minbicê panelek hat lidarxistin
23 hezîran, 2021   13:55
MINBIC

Panel li Navenda Çand û Hunerê ya li rojavayê bajêr hate lidarxistin.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbicê, Ibtîsam Ebdulqadir rola jinan di siyasetê de şirove kir.

Ibtîsam got:" Îro jin di warê siyasî de roleke mezin dilîzin û derfetên wê hene ku di cihên biryargirtinê de cih bigire û çareseriyê ji kirîzê re bibîne, ji ber ku hebûna jinan di warê siyasî, çandî û warê aborî de pir girîng e."

Ibtîsam wiha domand:" Nakokî û şerên fikirî û desthilatdarî li Rojhilata Navîn bi giştî û li Sûriyê bi taybet, bandoreke neyînî li civakê û jinan kiriye.

Der barê rola jinan di civakê de, Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbicê, Neqşiyê Xelîl got: "Girîngiya rola jinan di civakê de ji girîngiya roja jinan a di siyasetê de, tê."

Her wiha da zanîn ku dema ew ku ew qala jin û siyasetê dikin, behsa hişmendiya mêrê serdest ku di civakê de hatiye serwerkirin dikin, ji bo ku ev şaşitî werin seretastkirin pêwîstiya bi rêxistinkirin û zanakirina jinan û alîkarîdayîna hev du heye.  

Di dawiya panele de, deriyê nîqaş û pirsan ji beşdaran re li ser pêşketina jinan û rola wan di çareserkirina kirîza Sûriyê de, hate vekirin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G8nURSGjmAI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>