Blinken di gera xwe ya li Ewropayê de rewşa Sûriyê, DAIŞ û Lîbyayê nîqaş bike

Di raporekê de hate gotin, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken dê beşeke mezin ji gera xwe ya li Ewropayê di vê hefteyê de, bide çareserkirina şerên li Lîbyaya û Sûriyê, her wiha hemleyên tunekirina DAIŞ`ê.

Blinken di gera xwe ya li Ewropayê de rewşa Sûriyê, DAIŞ û Lîbyayê nîqaş bike
22 hezîran, 2021   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora The National a Îmarata Erebî ku Blinken di kongreya Berlin ê duyemîn de der barê Lîbyayê û civîna li ser asta wezîran a der barê tunekirina DAIŞ`ê li Romayê got, ew ê girîngiyê bide çareserkirina şerên li Lîbya û Sûriyê her wiha tunekirina DAIŞ`ê.

Blinken roja çarşemê dê tev li kongreya Berlin a der barê Lîbyayê bibe. Her wiha wezîrê karê derve yê Îtaliyayê Luigi Di Maio jî dê di 28`ê Hezîranê de tev li civîna li ser asta wezîran a der barê tunekirina DAIŞ`ê ku li Romayê dê were lidarixstin, bibe.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di vê der barê de got: "Wezîr dê rêbazên berdewamiya zextê li ser DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê û sekna li hember torora DAIŞ`ê li deverên din di nav de Afrîka, nîqaş bikin."

 (bx)