Kongreya Star komkujiya Helencê di salvgera wê ya 1`emîn de bi bîr anî

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera yekemîn a komkujiya Helencê bang li tevgerên jinan li cîhanê û gelê têkoşer û azadîxwaz kir ku li hember êrişên hovane bisekinin.

Kongreya Star komkujiya Helencê di salvgera wê ya 1`emîn de bi bîr anî
22 hezîran, 2021   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

23`ê Hezîranê salvegera yekemîn a şehadeta endamên Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî ye ku di encama bombebarana balafireke bê mirov a girêdayî dewleta Tirk li ser malek li gundê Helencê yê girêdayî kantona Kobanê şehîd bûn.

Bi vê boneyê Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê bêdengiya saziyên hiqûqî yên navneteweyî şermezar kir û destnîşan kir ku bêdengiya wan tê wateya beşdarbûna wan ji sûcên şer re.

Daxuyanî wiha ye: "Di salvegera yekemîn a şehadeta endamên Koordînasyona Kongreya Star li herêma Firatê em hemû şehîdên Helencê bi bîr tînin. Em teqeziyê li ser wefedariya li ser rêya şoreşa gelan re ji bo azadiyê dikin. Em şehîdên xwe yên ji bo wekheviya civakî têkoşiyan ji bîr nakin.

Em ê şopdarên rêya bi hezeran şehîdên rêya îdeolojiya azadî û demokratiyê bin û em hemû hêviyên wan pêk bînin. Jina Kurd pêşengtiya rêya azadî û demokratiyê ji hemû jinên cîhanê re dike. Ji ber wê jî dewleta Tirk li her deverê wan dike hedef.

Tişta ku li Kobanê qewimî ji hedefgirtina siyasetmedaran her wiha hedefgirtina têkoşer Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li Fransayê ji aliyê istixbaratên dewleta Tirk ve û hedefgirtina endama HDP`ê Deniz Poyraz û jinên li herêmê dagirkirî, me dît.

Dewleta Tirk ji dehê salan ve şerê azadîxwaz û demokratan dike  wekî parlementer, çalakvan, siyasetmedar, hiqûqnas û rojnamevan. Bêyî ku girîngiyê bid pîvan û qanûnên navneteweyî wan dike hedef.

Dewleta Tirk a faşîst ji îradeya jina azad ku bi îradaya gelê xwe ve girêdayî ye, ditirse. Ji jina ku parastina maf, azadî û xaka xwe dike, ditirse. Jin hewl dide ku bibe bendek li hember êrişên dewleta Tirk.

Em weke Kongrya Star komkujiyên hovane li dijî gelên Rojhilata Navîn nexasim jinên şoreşger, têkoşer û kadroyên rêxistina jin, şermezar dikin. Em sûcên wan ên qirêj û sûcên şer ku dewleta Tirk pêk tîne, şermezar dikin.

Em bang li hemû tevgerên jinan li cîhanê û hemû gelên têkoşer û azadîxwaz dikin ku li hember êrişên hovane bisekinin. Helwesteke dîrokî û têkoşînî ji bo azadiyê bistînin. Her wiha em bang li civaka navneteweyî dikin ku sûcên şer bişopîne û sûcdaran darizîne û dagirkeriya Tirk ji herêmê re, bidawî bike."

(bx)

ANHA