Hêzên hikumeta Şamê herêmên "bêçek" topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê gelek bajarokên li herêmên "bêçek" topbaran kir. Li aliyekî din çeteyên Tirk bi moşkan baregehên hêzên hikumeta Şamê li gundê Meret Moxis a başûrê Idlibê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê herêmên "bêçek" topbaran kir
22 hezîran, 2021   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) vê sibehê hêzên hikumetê  deverên li Çiyayê Erbîn û derdora wê û rêyê navneteweyî y Heleb- Lazîqiyê li têketina Erîha bi moşkan topbaran kir.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê herêmên Filêfil, Bare, Ihsim, aliyên Kensefra û Binîn a gundewarên başûrê Idlibê, eniyên El-Tifehiyê ya çiyayê Tirkman a gundewarên bakurê Lzaîqiyê û Xirbet El-Naqos a Sehl Xab a gundewarên bakur rojavayî Hemayê topbaran kir.

Çeteyên dewleta Tirk jî bi moşkan baregehên hêzên hikumetê li gundê Meret Moxis a başûrê Idlibê kirin hedef.

(dm)