Ji bo pêkanîna pêwîstiyên xwe gelek cureyên sebzeyan di erdê xwe çandine

Her roj bêra xwe datîne ser milên xwe û li nava erdê xwe ku gelek cureyên zebzeyan tê de çandine digere û xizmet dike da ku pêwîstiyên xwe pêk bîne û yên din jî sûkan bifiroşe.

Ji bo pêkanîna pêwîstiyên xwe gelek cureyên sebzeyan di erdê xwe çandine
22 hezîran, 2021   09:39
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Çandinî ji hîmên sereke yên ku piraniya şêniyên herêmê xwe dispêrin wê ye û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roj bi roj girîngiya wê zêdetir dibe.

Ciwana bi navê Eyşe Mihemed a ji gundê Girkê Xeco yê girêdayî navçeya Girkê Legê, yek ji jinên ku roja xwe bi karê li nav erdan re derbas dike ye û wê wekî jêdereke sereke ya dabînkirina pêwîstiyên xwe dibîne.

Eyşe Mihemed got ew li nav erdê xwe dixebite da ku alîkariya malbata xwe bike û pêwîstiyên wan ên ji sebzeyan re dabîn bike.

Her wiha da zanîn ku ew saet 4`ê sibê berê xwe dide nava erd da ku sebzeyan av bide. Piştre, Eyşe li nav sebzeyan digere û sebzeyên gihane, jêdike.

Eyşe Mihemed gelek cureyên sebzeyan ên wekî "Bacanên sor, Bacanên reş, îsot, bamya, xiyar, miloxiyê, xirtik, pîvaz, garis û dendikên berberokan (gulberoj) li nava erd çandine."

Destpêkê Eyşê şitil li mala xwe û di kîsên biçûk de çandine û paşê jî li ser rûbereke derdora 15 doniman çandine.

Hilberîna vê sebzeyê li bazarên navçeya Girkê Legê û li gundên derdorê tê firotin. Eyşe diyar kir ku hilberînên xwe bi nirxekî kêm difiroşe da ku alîkariya welatiyan bike.

Eyşe Mihemed wiha dewam kir:" Ez bi tena xwe li vî erdî dixebitim ji ber ku malbata min di rewşeke dijwar de derbas dibe, dayika min pêşiya xwe nabîne û bavê min jî nexweş e û nikare bixebite."

Eyşe zehmetiya kirîna kîsan dibîne da ku sebzeyan bifiroşe û nikare derman ji sebzeyan re bikire ji ber ku buhaya wan bilind e, ji lew re bang li aliyên peywendîdar kir ku alîkariya wê bikin.

(eh)

ANHA