Projeyên herêmî bingeha pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê ne

Çavdêrê projeya hingaran got di salên borî de bi rêya projeyên herêmî gelek encamên erênî bi dest xisitn, berhemên van projeyan daxistin sûkên Til Temir û Hesekê. Her wiha bang li şêniyan kir ku sûdê ji van tecrubeyan bigirin û pişta xwe bidin projeyên herêmî.

Projeyên herêmî bingeha pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê ne
22 hezîran, 2021   08:36
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Li gel dorpêça li ser herêmê û girtina dergehan ji aliyê hikumeta Şamê ve, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî projeyên biçûk bûne jêdera pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê ku pêdiviyên şêniyan dabîn dikin.

Projeya çandina sebzeyan di nava hingaran de rêgeza xwetêrkirinê ji herêmê re peyda dike ku ji aliyê pirsporên çandiniyê yên navçeya Til Temirê ve hatine çandin.

Rûbera projeyê 5 donim e. 9 hingar tê de hene. Ruxmî ku hilberîna wê baş e lê çavdêrên projeyê hewl didin projeyê firehtir bikin da ku berheman zêdetir derxin û bişînin sûkên herêmê.

Îsmet Mihemed çavdêrê projeyê ye û têkildarî mijarê ji ANHA`ê re axivî: “Ev 3 sal e me dest bi vê projeyê kiriye. Li gel dorpêçê encamên wê erênî ne.”

Mihemed wiha domand: “Armanca me ew e ku em sebzeyên bênexweşî û bêhormon derxin û nirxên wê guncaw bin.”

Her wiha Mihemed bal kişand ser rêjeya serkeftina projeyê û ev yek lê zêde kir: “Heta niha ruxmî ku rêjeya serkeftinê hindik e, lê me gelek encamên erênî bi dest xistin. Piştî ku me pêwîstiya sûka navendî ya Til Temirê peyda kir, me sebze daxistin sûkên Hesekê.”

Di heman demê de Mihemed piştrast kir ku niha heftane derdora 2 ton bacanên sor û 2 ton xiyar jî dadixin sûkên herêmî û cureyên din ên sebzeyan dişînin sûkên derveyî herêmê.

Mihemed îşaret pê kir ku hewl didin projeyê firehtir bikin û cureyên din mîna zebeşan biçînin da ku pişta xwe bidin çandiniya li herêmê û sebzeyan ji derve negirin.

Îsmet Mihemed di dawiyê de bang li şêniyan kir ku projeyên wiha pêk bînin da ku rêgeza xwetêrkirinê peyda bikin. Her wiha bang li şêniyan kir ku dikarin bê pere ji tecrubeya wan a di çandiniyê de sûdê wergirin ji ber ku pêwîstiya herêmê bi projeyên dîtir heye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oiNT93uo1b8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>