Dayîreya Têkiliyên Derve banga zelalkirina çarenûsa nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê kir

Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bang li hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê kir ku cihê nûnerên Rêveberiya Xweser û endamêN têkiliyên PYD`ê eşkere bike.

Dayîreya Têkiliyên Derve banga zelalkirina çarenûsa nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê kir
22 hezîran, 2021   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10`ê Hezîranê de hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û nûnerên têkiliyên PYD`ê li Hewlêrê Mustefa Osman Xelîl û Mustefa Ezîz Mistî dema ku berê xwe didan balafirgeha Hewlêrê da ku mîvanên ji derve pêşwazî bikin, revand.

Ji wê demê de hikumeta PDK`ê cih û sedema girtina wan diyar nekiriye.

Têkildarî mijarê, Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya fermî weşand û têde banga diyarkirina çarenûsan kesên hatine revandin kir.

Dayîreyê di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar kir ku hevkariya wan bike û zextê li PDK`ê bike da ku cihê hebûna girtiyan diyar bike û wan serbest berde ji ber tu sedemên qanûnî ji bo girtina wan tune ye.

Di daxuyaniya de wiha hate gotin: "Ji 10`ê Hezîranê de  çarenûsa nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mustefa Hesen û Mustefa Xelîl ne diyar e. Hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê ew kes bêyî tu hişyariyan, ew revandin û çarenûsa wan diyar nake. Şêwazên bi vî awayî ne li gorî nirx û pîvanên diplomatic in. Her wiha ne li gorî nirxên yekitiya niştîmanî û têkoşîna hevbeş ji bo doza kurdî ne.

Em weke Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê radighînin ku aliyên ewlehiyê û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê berpirsa çarenûsa wan in. Em piştrast dikin ku metirsî der barê çarenûsa wan de li gel me çêdibin ji ber cihê hebûna wan heta niha nehatiye eşkerekirin. Her wiha tu bersivên fermî der barê sedemên qanûnî ji bo girtina wan, ji me re nehatine şandin.

Em bang li aliyên fermî yên herêma Başûrê Kurdistanê, her wiha rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar dikin ku alîkariya me bikin, zextê li PDK`ê û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê bikin ku cihê hebûna wan kesan eşkere bike û derfetê bide malbata wan ku serdan wan bike û rewşa wan nas bikin. Her wiha wan serbest berdin ji ber tu sedemên qanûnî ji girtina wan re tune ne. Careke din em dibêjin ku aliyên fermî yên Başûrê Kurdistanê berpirsa jiyan û çarenûsa wan kesan in."

(bx)

ANHA