Semîr Ezam: Îtîlaf û komên wê bûne çete da ku berjewendiyên Tirkiyê pêk bînin

Muxalifê sûrî Semîr Ezam anî ziman ku banga "Îtîlafa Stenbolê" a li dewleta Tirk ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike ne nû ye û got: "Îtîlafa li Stenbolê û komên wê yên terorîst ji bo pêkanîna berejewendiyên dewleta Tirk li Sûriyê, Lîbya, Azerbeycan û Başûrê Kurdistanê bûn çete û cihê wan di pêşeroja Sûriyê de tune ye."

Semîr Ezam: Îtîlaf û komên wê bûne çete da ku berjewendiyên Tirkiyê pêk bînin
22 hezîran, 2021   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Îtîlafa Sûriyê ku navenda wê li Stenbolê, rola xwe ya çetetî û sîxurtiya ji dewleta Tirk re didomîne, bihanceyan jê dewleta Tirk re diafirîne da herêmên din ên Sûriyê dagir bike.

Serokê qaşo îtîlafê Nesir El-Herîrî beriya çend rojan an ku piştî êrişa dawî ya li dijî sivîlên li Efrînê bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku herêmên nû yên Sûriyê dagir bike.

Ji bo bersivdana wê yekê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek da û wiha tê de hate gotin: "Sûcdarên Îtîlafê di hemû astan de bi bin ketine, bi nêzîkbûna hevdîtinên Biden- Erdogan re îflasa xwe diyar kirin, dest bi destdirêjiya li ewlehiya sivîlan êrişan li dijî projeya Sûriya demokratîk kir. Armanca wan reşkirina lehengiyên QSD'ê ye, sûcên wan vê carê bi rêya hedefkirina nexweşxaneya Efrînê û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan pêk hat. Bi wê re dezgehên wan ên ragihandinê QSD'ê bi van êrişan tawanbar kirin, hemwextî wê nûnerên Îtîlafê ji kesên ku gel dixebitin xwest ku hîn zêdetir xaka Sûriyê dagir bike. Ev nêzîkatî di çaroveya şanoyeke komîk û planeke hişk de tê ku ji kesî nayê veşartin. "

‛BANGEKE NE NÛ YE’

Girêdayî mijarê, muxalifê sûrî û koodînatorê Kombûna Sûriyên Demokratîk ên Laîk li Suweyda Semîr Ezam wiha got: "Banga Îtîlafa Stenbolê ya li dijminê Tirk  ku herêmên dîtir ên Sûriyê dagir bike ne nû ye û ji zihniyeta wan a îxwanî ya Xîlafeta Îslamî tê, ku dibêje; welat û hemwelatî û biratiya welat kifir e. Îslaman jî di salên şer ên xîlafetê û îmaretên îslamê de ev bawerî bi hemû hûrgiliyên wê li tevahî herêmên di bin serweriya wan de pêk anîn, sûcên qetilkirin û koçberkirinê yên dijberî xwe pêk anîn."

Ezam da zanîn ku ji ber baweriya wan a tundrawî li ser nêrîn û parvekirina diziyan bi hev ketin û wiha domand: "Li tevahî herêmên di bin serweriya xwe de şer kir. Pişît têkçûna Xîlafeta DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hilweşandina îmarata wan a îslamî li Xûtaya Şamê, Qelemon, Humis û Deraayê, şerê xwe gihandin ol û etnîkên din ên li herêmên ku Tirkiye ya dijmin dagir kirine ."

‛LI SER SÛRIYÊ XETERE YE’

Ezam li ser xeteriya van çeteyan hişyarî da û wiha pê de çû: "Îslamî û komên terorîst çeteyên dijmin ên Sûriyê ne, her wiha sûrî bi hemû etnîkên xwe girêdayî Erdogan in û li ser xak û gelê Sûriyê xeteriyeke çarenûsî ne."

Der barê rêbazên sekna li hember vê yekê de, Ezam wiha got: "Rêya yekane ya li pêşiya sûriyan ku li hember vê xeteriya çarenûsî bisekinin, li ser projeyeyeke siyasî, neteweyî, sûrî, îlmanî û demokratî li hev bikin û tê de tevahî sûrî ji hemû herêmên wê hebin. Da ku bibe projeyeke li dijî aliyên Astanayê û bazariyên wan ên kirêt."

‛TAWANÊN LI DIJÎ QSD’Ê BÊ BINGEH E’

Girêdayî êrişa li ser nexweşxaneya Efrînê, Ezam wiha anî ziman: "Tawanên Îtîlafa Stenbolê ji QSD’ê re ku êrişî nexweşxaneya Efrîna dagirkirî kiriye, tawanên derew in û bê bingeh in. Ji ber ku ji dema avakirina QSD’ê ve, êrişî tu nexweşxane yan jî kampeke koçberan nekiriye."

Ezam diyar kir ku êrişên li dijî nexweşxane û kampên koçberan sûcekî kirêt û hovane ye, tenê kesên berê komkujî kirine, dikarin pêk bînin.

Ezam eşkere kir ku di şerê Sûriyê de du alî hene ku van sûcan dikin û wiha domand:" Ya yekemîn; komên îslamî û dewleta Tirk ên ku nexweşxaneyên Heleb, Cisir El-Şixor û El-Qesîr topbaran kirin, lê dema nikarîn nexweşxane biteqandana heta binê nexweşxaneyan tûnel dikolan da ku wan biteqînin. Ya duyemîn jî; Rûsya ku bi balafirên xwe bi dehan nexweşxaneyên Idlib û bejahiyên Helebê bombebaran kirin."

Ezam diyar kir ku AKP’ê ya îxwanî û serokê wê Recep Teyyîp Erdogan her tim derew û bihane çêkirine, da ku herêmên Sûriyê dagir bikin û got: "Wezîrê karên derve yê Tirkiyê yê berê Ehmed Davûdoglu piştî îstîfaya xwe eşkere kir ku Erdogan û MÎT’a Tirk di 2013’yan  de planek amade kir ku ji hundirê bakurê Sûriyê ve xaka Tirkiyê topbaran bikin, da ku bibe bihane ku destwerdana leşkerî li herêmên bakurê Sûriyê bikin. Ev jî nîşaneyeke din e ku li ser derewên serçeteyê mezin ên terorîstên DAIŞ’ê û yên girêdayî wê zêde dibe."

‛NATO TIRKIYÊ BI KAR ANÎ, LÊ NE JI BO KU TIRKIYÊ XEWNÊN XWE PÊK BÎNE’

Têkildarî êrişa li dijî nexweşxaneya Efrînê û girêdana wê bi lûtkeya NATO’yê ve Ezam wiha got: "Tê zanîn ku NATO’yê dewleta Tirk weke amûrekî jeosiyasî li herêmê di merheleya şerê sar de bi kar anîn, ne ji bo pêkanîna xewn û berjewendiyên dewleta Tirk û civîna NATO’yê ya dawî vê yekê piştrast dike û Erdogan ji Bruksêlê bê hêvî vegerî."

‛TU CIHÊ ÇETEYAN DI PÊŞEROJA SÛRIYÊ DE NÎN E’

Semîr Ezam wiha gotina xwe bi dawî kir: "Îtîlafa Stenbolê û komên wê yên terorîst ji salan ve ji bo dewleta Tirk bûne çete, da ku berjewendiyên wê li bakurê Sûriyê pêk bîne, her wiha êrişî Lîbya, Azerbaycanê û Başûrê Kurdistanê kirin û niha jî serçeteyê wan ê mezin Erdogan plan dike ku wan li Yemen û Kashmirê bi kar bîne û bi wê re tu cihê wan di çarekirina krîza Sûriyê û pêşeroja wê de tune ye."

(fr)

ANHA