​​​​​​​Rojnameyên erebî: Reyîsî îşaret bi girîngiya rakirina cezayên li ser welatê xwe kir

Rojnameyên erebî yên îro behsa dosyaya nûkleerî, rewşa Lîbyayê û beşek ji hevdîtina di navbera serokê Misir û serokwezîrê Yewnanistanê, kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Reyîsî îşaret bi girîngiya rakirina cezayên li ser welatê xwe kir
22 hezîran, 2021   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

 ‘REYÎSÎ DERÎ LI PÊŞIYA PEYMANÊN BERFIREHTIR, GIRT‘

Rojnameya El-Şerq El-Ewset behsa dosyaya nûkleerî kir û wiha nivîsî: "Serokê Îranê yê hate hilbijartin muhafezkarê radîkal Îbrahîm Reyîsî deriyê danûstandinê li ser peymaneke berfirehtir ku çalakiyên herêmî û bernameyên moşekên Ballistic çareser dike, girt. Serokê Amerîkayê Joe Biden pêşniyarek ku ji rêveberiya Amerîkayê re der barê rakirina cezayan di zûtirîn dem de û vegera li peymana nûkleerî, red kir."

Serokê Îranê yê di hilbijartinan de bi ser ket Îbrahîm Reyîsî (60) di yekemîn civîna çapemeniyê de, xetên stûr ji siyaseta xwe re nexasim a derve re, diyar kir. Reyîsî got: "Divê cîhan zanibe ku rewş hate guhertin û şertên nû li pêşiya cîhanê hene."

YE`YÊ GEFAN LI ASTENGDARÊN ARAMIYA LI LÎBYAYÊ BI CEZAYAN DIXWE

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Piştî rojekê ji ragihandina serokê hikUmeta Yekitiya Niştîmanî ya Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe ku welatê wî rêya beravê ya sereke vekir, dezgehên çapemeniyê yên herêmî ragihand ku komîteya leşkerî ya hevbeş (5+5) biryara paşxistina vê pêngavê da. Di heman demê de, Meclisa Wezîran a Ewropayê duh guhartina sîstema cezayan li dijî Lîbyayê ragihand da ku cezayan li ser astengdarên aramiya welêt ferz bikin."

DEWLETA TIRK DI HEVDÎTINA EL-SÎSÎ - MITSOTAKIS AMADE YE LÊ BÊDENG E

Girêdayî hevdîtina di navbera serokê Misir û serokwezîrê Yewnanistanê rojnameya El-Ereb wiha got: "Di civîna çapemenî yê hevbeş di navbera Serokê Misir Ebdulfetah El-Sîsî û serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis de metirsiyên ji ber rola dewleta Trik di Rojhilata Navîn de hatin diyarkirin. Lê daxuyaniyên her du serokan di cihê xwe de man û dûrî daxuyaniyên yekser yan jî rasthatinê ketin. Serokê Misirê di daxuyaniyên xwe di civîna çapemenî ya hevbeş de qet behsa dewleta Tirk nekir. Ev yek jî destnîşan dike ku Qahîre tevî ku Enqere weke dijminekî herêmî mezin dibîne, lê ew naxwaze bi yekser bi Tirkiyê rû bi rû bimîne û li hêviya guhertinên siyasî û herêmî yên berfireh e ku dibe bandorê li rewşê yan jî li siyasetên hikumeta serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, bike."

Kyriakos Mitsotakis got welatê wî girîngiyê dide meşa hevkariya bi Qahîre re, pêşxistina mekanîzmeya sê alî ya di navbera Misir, Yewnanistan û Qubrisê de ku ji bo koordîne û hevkariya rêxistinkirî serkeftî û baş e.   

(bx)