Hemed El-Qerace: Piştgiriya eşîran a ji QSD`ê re dê li Sûriyê dawî li dagirkeran bîne

Rûspiyê eşîra El-Bû Esaf a Kantona Girê Spî bang li gel kir ku qada hundirîn xurt bikin û li hemberî  hewldana pêkanîna komployan tedbîran bigirin.

Hemed El-Qerace: Piştgiriya eşîran a ji QSD`ê re dê li Sûriyê dawî li dagirkeran bîne
22 hezîran, 2021   07:33
EYN ÎSA

Duh piştî eşîran li navenda Meclisa Leşkerî ya Girê Spî civînek li dar xist da ku geşedanên siyasî û leşkerî yên li herêmê qewimîn nîqaş bikin, rûspiyê eşîra El-Bû Esaf Hemed El-Qerace ji ANHA`yê re axivî.

Rûspî di destpêka axaftina xwe de got dijminên Rêveberiya Xweser ên ku xizmeta ajandeyên dijber dikin, her tim dixwazin li herêmê provaksyonan derxin da ku ewlehî û aramiya wê têk bibin.

Hemed El-Qerace diyar kir ku eşîrên li kantona Girê Spî li dijî dagirkeriya Tirk piştgiriya QSD`ê kirin ji ber dîtin ku ev hêz parastina erdê dike û li dijî berjewendiyên dagirker ên dagirkirina erda Sûriyê disekine.

Rûspiyê eşîra El-Bû Esaf banga hişyariya li hemberî planên dijmin kir ku bi rêya ajandeyên hundirîn û kesên ku li dijî xwestekên zarokan wan disekinin pêk tîne, da ku ewlehî û aramiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê bibe û gel û rêveberiyê ji hev dûr bixin.

El-Qerace got:"Piştgiriya eşîran a ji QSD`ê re dê dawî li dagirkeran li Sûriyê bîne."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fXYPrWRz-hQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>