Niyaz Hemîd: Ger PDK`ê êrişî gerîlayên PKK`ê bike wê xwe tune bike

Niyaz Hemîd anî ziman ku PDK`ê bi rêya kontr gerîla dixwaze gerîla reş bike da ku gel piştgiriya gerîlayan neke. Hemîd destnîşan kir ku heger PDK’ê li dijî gerîlayên PKK'ê êrişan pêk bîne wê xwe tune bike.

Niyaz Hemîd: Ger PDK`ê êrişî gerîlayên PKK`ê bike wê xwe tune bike
22 hezîran, 2021   01:55
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

62 roj in li Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, berxwedana gerîlayên Kurdistanê û gelê Kurdistanê berdewam dike. Bi êrişan re ev demeke dirêj e ku hêzên girêdayî PDK`ê li qadên gerîla sewqiyatên leşkerî pêk tînin. Duh hêzên taybet yên girêdayî PDK sewqiyatên leşkerî li qadên Çemço, Saca û Sîda yên girêdayî herêma Rençbîrax pêk anîn. Li dijî van sewqiyatan PKK'ê daxuyanî da ku bila PDK`ê dev ji şirîkatiya bi dewleta Tirk re berde û hêzên xwe ji herêmên wan bikişîne, lê PDK`ê guh nade van daxuyaniyan û hêzên xwe zêdetir dike. 

Pisporê siyaset û Rojhilata Navîn ê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hemîd têkildarî êrişên ku 23`yê Nîsanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine destpêkirin û sewqiyatên PDK`ê li qadên gerîlayên Kurdistanê anî ziman û diyar kir ku NATO yekser piştgiriya van êrişan dike û ger PDK’ê şaşitiyeke êrişê pêk bîne wê xwe tune bike.

'PDK` Ê ŞAŞTIYA DÎROKÎ DÛBARE DIKE'

Hemîd destnîşan kir ku piştgiriya hêzên taybet ên PDK`ê ji dewleta Tirk re di dîrokeke dirêj de cih digire. Hemîd diyar kir ku niha jî heman şaşitiyan dike ku hemû lihevkirinên PDK’ê û dewleta Tirk li ser hesabê gelê Başûr e û got: “PDK'ê hemû deskeftiyên Başûrê Kurdistanê teslîmî dewleta Tirk dike. Dewleta Tirk wekî rêbaz PDK'ê dibîne ku peymana 50 salî îmze kirine. Di aliyê îstîxbarat, aborî, lojîstîk û leşkerî de piştgiriya dewleta Tirk dike. Zêdetirî 40 baregehên dewleta Tirk ji aliyên çekdarên PDK`ê ve tên parastin. PDK'ê perçeyek saziya şerê taybet ê dewleta Tirk e.”

Hemîd bal kişand ser tevgera dewleta Tirk bi PDK`ê re û got: “Dewleta Tirk dixwaze li cem PDK'ê bingehê şerekî mezin li dijî gerîlayên PKK`ê çêbike. Dixwaze gerîlayên Kurdistanê ji holê rake da ku Mîsaqa Millî bi cih bîne.  Ji ber wê gelek planan li dijî gerîlayan çêdike. Dixwaze bi rêya kontrgerîla di nav gel de gerîla reş bike da ku gel piştgiriya wê neke. Beriya êrişê jî hewl didin bingeha şer ava bikin."

`BI PIŞTGIRIYA NATO ÊRIŞ ÇÊDIBIN`

Girêdayî van êrişan, Hemîd behsa rola NATO’yê kir ku bê agahiya NATO’yê êrişek wiha pêk nayê.  Her wiha beriya destpêkirina operasyonê hevdîtin di navbera Biden û Erdogan de ya li ser telefonê  pêk hat, Hemîd wekî encama vê piştgiriyê nirxand û got: “Li ser pirsgirêka gelê Kurd her dem Amerîka û NATO hem di aliyê aborî hem jî îstixbaratî de piştgirî dane dewleta Tirk a dagirker. NATO bi hemû hêza xwe piştgiriya dewleta Tirk dike. Li Sûriyê  dijminahiya Beşar Esed û  li Tirkiyê jî dostanî dike. Sîstema dewleta Tirk ji sîstema hikumeta Şamê xirabtir û qirêjtir e. NATO li dijî hikumeta Şamê ye, lê ji bo dewleta Tirk jî çavên xwe digire. Dewleta Tirk bi xwe navenda terorîzmê ye û NATO jî rê dide terorê. DAIŞ û El-Nûsra di nav NATO’yê de cih digirin. Niha jî em dibînin li Başûrê Kurdistanê xwezaya herêmê tê talankirin û gel jî di bin zulmê de ye. Di vî alî de jî NATO û Amerîka xwe bê deng dikin. Lûtkeya NATO ku qaşo ji bo edalet û belavkirina mafên mirovan dixebite, derew e. NATO li kîjan deverê be li wir aşitî û demokrasî tune ye.  Li herêmên ku NATO tê de ye, piştgiriya sîstemên dîktator tê kirin.”

`PDK JI BO DAGIRKIRIN Û TALANKIRINÊ TÊ BIKARANÎN `

Hemîd da xuyakirin ku dewleta Tirk di nav PDK`ê de rêxistineke girêdayî MÎT`ê ava kiriye û PDK'ê tenê şeklî maye û got: “Dewleta Tirk destê xwe avêtiye hundirê malbata Barzanî û serleşkerên PDK`ê.  Dewleta Tirk di nav PDK`ê de rêxistineke girêdayî MÎT`ê ava kiriye. PDK`ê wekî partî nemaye û biryareke wan a siyasî tune ye. PDK’ê bi beşên îstîxbaratî, leşkerî, siyasî û aborî hatiye perçekirin û ketiye bin destê MÎT`ê.  Piştî ku Erdogan hat ser dîktatoriyê, bi PDK`ê re zêdetir giranî da aliyê îstîxbaratê û ev beş bi hêz kir. Malbata Barzanî tenê şekilî maye. Dewleta Tirk wan ji bo talan û dagirkirinê tenê bi kar tîne. Dibêjin ku Tirkiyê axa Başûr kiriye, lê ne rast e tiştekî wiha nîn e ku hemû Başûrê Kurdistanê di bin destê dewleta Tirk de ye. Niha PDK’ê destekî vala ye tenê navê wê heye. Berpirsên leşkerî yên di nav PDK`ê de wekî dewleta Tirk diaxivin. Ji aliyê PDK`ê ve hatine perwerdekirin. Hêzên Gulan û çeteyên Roj jî ji aliyê MÎT`ê ve hatine perwerdekirin. PDK’ê dixwaze di aliyê ragihandinê de gelê herêmê bixapîne. Armanc dike ku wekî desthiladar bimînin, lê gel vê tiştî nade wan. PDK’ê saziyeke talankirin û kujerên gelê Kurd e.”

`XWESTEKA LEWAZKIRINA PKK’Ê BI DESTÊ PDK’Ê`

Hemîd anî ziman ku sedema lawazbûna PDK`ê ew e ku serleşkerên PDK`ê li wan guhdar nakin, li dewleta Tirk guhdar dikin û got: “Hinek serleşkerên PDK’ê ji bo gerîlayên PKK`ê gotinên nexweş dikin ku dixwazin şer bidin destpêkirin. Ev bi temamî encama nûnertiya dewleta Tirk e. Gelek caran ev serleşkerên wan guh nadin Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî. Dewleta Tirk esas digirin, ango serokê PDK`ê ewqas bê hêz bûye. Dewleta Tirk ji ber wê dixwaze PKK'ê bi destê PDK'ê lawaz bike. Bi van şêwazan dixwaze Başûrê Kurdistanê wekî Qubrisê bike.”

`PDK`Ê WIHA WÊ XWE TUNE BIKE`

Hemîd diyar kir ku ger PDK`ê şer dest pê bike wê şeklê wê yê mayî jî li holê nemîne û got: “Wiha wê PDK'ê xwe tune bike. Raya giştî û gelê Kurdistanê bi gerîla re ye. Gelê Başûrê Kurdistanê baş dizane ku hebûna PKK’ê li Başûrê Kurdistanê ji bo parastina wan li dijî dagirkeran e. Ger şerek ji aliyê PDK`ê ve çêbibe yê ku rezîl bibe wê PDK`ê be. Ji ber ku PDK`ê vê rastiyê dizane di şer de dudilî dijî ku dawiya xwe dizane. Heman demê dewleta Tirk jî dudilî ye. Di şerekî wiha de îhtîmala serkeftina PKK'ê gelekî bilind e û wê destê dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bişikîne.”

ANHA