​​​​​​​YRK: 2 hevrêyên me li Şarbajar hatin şehîdxistin

Fermandariya YRK'ê ragihand ku dewletên Tirk bi hevkariya bi hêzên Îranê re di 19'ê Hezîranê li navçeya Şarbajar a Silêmaniyê bi balafirên şer li wesayîteke wan daye û 2 gerîlayên wan ên jin şehîd xistine.

​​​​​​​YRK: 2 hevrêyên me li Şarbajar hatin şehîdxistin
22 hezîran, 2021   07:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrişa 19'ê Hezîrana 2021'ê ya li bejahiya Silêmaniyê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Wekî tê zanîn demên dawî bi hevpeymana dewletên dagirker Îran û Tirkiyeyê li beramberî hêzên me yên rojhilat YRK û HPJ'ê êrîşên xwe zêde kiriye û hewl didin bi rêya lêdanên balafir û êrîşên qirêj derbe li hêzên me bidin. Li ser vî esasî 19.06.2021'ê li navçeya Şarbajar a girêdayî Silêmanî balafirên keşfê yên dewleta dagirker wesayetekê bombardiman dike. Hevalên me ku çûbûn ser erka xwe, di dema vegerê de bûn hedefa êrişa dewleta Tirk a dagirker. Di vê bomberdimanê de 2 hevalên me yên jin Ekîn û Adar şehîd bûn. Derbarê bûyerê û hevalên şehîd ketin de agahiya berfireh em ê piştre bidin.

Her wiha di vê bombebarana dewleta faşîst a Tirk de bax û bostan û dîsa malên gundiyan zerarê mezin dîtine.

Em wekî hêzên Rojhilatê Kurdistanê, di serî de ji malbatên şehîd Ekîn û Adar de û hemû gelê me yê welatparêzî sersaxî dixwazin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin."