Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Tebqayê di wergirtina genim de berdewam e

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Tebqayê di wergirtina genim ji cotkaran berdewam e û navenda depoyên Elboasimî fatoreyan radestî cotkaran dike.

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Tebqayê di wergirtina genim de berdewam e
Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Tebqayê di wergirtina genim de berdewam e
Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Tebqayê di wergirtina genim de berdewam e
Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Tebqayê di wergirtina genim de berdewam e
Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Tebqayê di wergirtina genim de berdewam e
Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Tebqayê di wergirtina genim de berdewam e
21 hezîran, 2021   16:48
TEBQA

Li navendên wergirtina berhemên çandiniyê pêşwaziyeke mezin ji hêla cotkaran ve heye,  ew jî ji ber ku buhaya kirîna wan ku Rêveberiya Xweser diyar kiriye bilind e.

/ar/uploads/files/2021/06/21/151653_abd-alhmyd-alshykhan.webp

Têkildarî vê yekê, Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Tebqayê Ebdulbasid El-Şêxan wiha got: "Em li navenda depoyên Elboasimî genim dikirin, heta 18’ê vê mehê me nêzî 18 ton genim wergirtin."

El-Şêxan wiha domand: "Cotkar pereyên genimê xwe ku anîne depoyên Elboasimî li navenda darayî ya li avahiya şîrketê werdigirin û radestkirin di dirêjahiya hefteyê de heye."

El-Şêxan da zanîn ku rêveberiya giştî ya Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê her kîloyeke genim a ji pileya 4’an guhart û kir 800 lîreya Sûriyê, ev yek jî li gorî xwestekên cotkaran û rewşên wan pêk hat.

Tê texmînkirin ku dê heta 10’ê Tîrmehê navenda depoyên Elboasimî berhemên cotkaran wergire.

(fr)

ANHA