Şêniyên Qamişlo bang li PDK'ê kir: Nebe amûrek di destê dewleta Tirk de

Bi sedan şêniyên Qamişlo bi meşekê qetilkirina endama HDP’ê Denîz Poyraz û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re şemezar kirin. Her wiha bang li PDK'ê kir ku nebe amûra pêkanîna armancên dewleta Tirk a dagirker.

Şêniyên Qamişlo bang li PDK'ê kir: Nebe amûrek di destê dewleta Tirk de
Şêniyên Qamişlo bang li PDK'ê kir: Nebe amûrek di destê dewleta Tirk de
Şêniyên Qamişlo bang li PDK'ê kir: Nebe amûrek di destê dewleta Tirk de
Şêniyên Qamişlo bang li PDK'ê kir: Nebe amûrek di destê dewleta Tirk de
Şêniyên Qamişlo bang li PDK'ê kir: Nebe amûrek di destê dewleta Tirk de
21 hezîran, 2021   17:34
QAMIŞLO

Şênî li çerxerêya Xelîc a kolana Kornîş kom bûn, pankartên"Rêya we rêya me ye, armanca we armanca me ye" û "Gerîla pêşeroj û rûmeta Kurdistanê ye" her wiha wêneyên rêber Ocalan û wêneyên şehîdên azadiyê hildan.

Piştre digel diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên  li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi meşê kir.

Li kolana Kornîş mîtîngeke hate lidarxistin û bi deqeyeke dest pê kir, dûvre endamê rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ayid Îbrahîm axivî û wiha got: "Çawa zarokên me li Garê bi ser ketin û dewleta Tirk têk bir, îro jî gerîla li çiyayên Kurdistanê berxwedanekê dinivîse."

Îbrahîm behsa îxaneta PDK’ê kir û wiha domand: "Mixabin careke din îxanetê serê xwe rakir. Ji ber ku piştî dagirkeriya Tirk di dagirkirina herêmên gerîla de bi bin ket, hêzên PDK’ê xwe kirin metral ku berjewendiyên dewleta Tirk biparêzin."

Îbrahîm wiha gotina xwe bi dawî kir: "Îxanet ne ji îro de heye, lê vedigere salên 90’î dema êrişî gerîlayan kir, lê di dawiyê de gerîla bi ser ketin. Divê PDk’ê dev ji parastina berejewendiyên dewleta Tirk û armancên wê berde."

Mîtîng bi diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz bi dawî bû.

(fr)

ANHA