Jinên ciwan ên Reqayê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Jinên ciwan ên Reqayê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û xwezayê wê, her wiha sûcên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, her wiha bang li rêxistinên hiqûqî kirin ku li dijî faşîzme bisekinin.

Jinên ciwan ên Reqayê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
21 hezîran, 2021   13:52
REQA

Têkildarî tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û sûcên dewleta Tirk a dagirker, Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Reqayê û gundewarên wê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan jinên ciwan li pêşiya Navenda Çalakiyên Ciwanan a li navenda bajêr hate xwendin.

Endama rêveber a Tevgera Jinên Ciwan a Reqayê Kewser El-Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaiyê de hate gotin: "Ji beriya 22 salan ve tecrîdek li dijî rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, di kesayeta wî de jiyana azad û mirovahiyê dikin hedef, ji ber ku mordernîteya demokatîk alternatîfa modernîteya kaptalîstalîzmê ye ku mirov ji mirovahiya wî derdixîne.

Fikir û felsefeya rêbertî ya civaka exlaq, polîtîk, azadiya jinê û ekolojiyayê temsîl dike veguherî qada têkoşînê û hovîtiya wan şikand.

CHP'ê ya faşîst sixûrê modernîteya kapîtazîmê li Rojhilata Navîn e û bi domdarî êrişî destkeftiyên Neteweya Demokratîk dike, lê para herî mezin a van êrişan girêdayî welatê me. Dewleta Osmaî ji destpêka ku hatiye damezirandin û heta niha komkujiyan pêk tîne."

'ÊRIŞ BIRYARA QIRKIRINÊ YE'

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên hovane yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê biryara qirkirinê daye. Her wiha dar û baxçeyên li çiyayên Kurdistanê şewitandin. Bê guman ev êriş bi alîkariya malbata Barzanî pêk tên, ku erka wê ye li hemberî êrişan helwesteke cidî nîşan bide, lê destekê dide êrişên dagirkeriyê yên li dijî hêzên gerîla."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê bendavan lê dike ku encama vê yekê de xwazeya herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê xirab dike û binpêkirinên xwe li dijî gelên herêmê didomîne da ku wan bide koçberkirin û demografiya wê biguhere.

Tevgera Jinên ciwan sûcên dewleta Tirk şermezar kirin û got: "Em li dijî qirkirin û destdirêjiya li xwezayê ne, em rê nadin ku xwediyên berjewendiyên kesayetî xwezayê bidizin û wêran bikin. Divê hemû kesên xwedî exlaq û wijdan li hemberî van binpêkirinan bisekinin."

Di daxuyaniyê de, bang li tevger û rêxistinên mirovahî û hiqûqî kir ku li dijî faşîzme û rastiya wan bisekinin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1CWUl3rMPIA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>