Li Hecînê pêşbirka hespên esîl

Yekitiya Pêşbaziya Hespan a Dêrazorê bi beşdarbûna gelek pêbazan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşbirka hespên esîl orgenîze kir.

Li Hecînê pêşbirka hespên esîl
21 hezîran, 2021   14:23
DÊRAZOR

Pêşbirk  li çolistana Hecînê hate lidarxistin. Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên herêmê, nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên leşkerî amade bûn.

Yekitiya Pêşbaziyê ya Hespan a Dêrazorê nûnertiya xwediyên hespan dike, her sal 7 pêşbirkan li dar dikevin li dar dixe.

Li gorî temenên hespan û dirêjahiya bazdanê 4 pêşbirk hatin lidarxistin û xelat li gorî 3 astan hatin belavkirin.

Şêxên eşîran Yekitiya Pêşbaziya Hespan a Dêrazorê xelat kir.

Komîteya Ciwan û Werzîşê û Hola Pêşbaziyê ya Reqa 11`ê Hezîranê turnoveya hespên erebî yên esîl li bajarê pêşbaziyê li dar xist ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve ji ber şer hatibû rawestandin.

Li herêma Cizîrê jî bi piştevaniya Komîteya Ciwan û Werzîşê pêşbirkên bi vî rengî li dar dikevin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3x3hgNyIy3Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>