Li Qamişloyê jinan destûrên Sûriyê nîqaş kirin

Meclisa Jinan a Sûriyê ji bo nîqaşkirina destûrên li Sûriyê û destûra wê ya niha civînek organîze kir.

Li Qamişloyê jinan destûrên Sûriyê nîqaş kirin
21 hezîran, 2021   13:09
QAMIŞLO

Endam û nûnerên rêxistin û saziyên jinan ên herêma Cizîrê tev li civînê bûn ku li avahiya Meclisa Jinan a Sûriyê ya li Qamişloyê li dar ket.

Endama Komîteya Qanûnsaz a Meclisa Jinan a Sûriyê Suad Xelo axivî  û 16 destûrên li Sûriyê ku di demên guhertinên siyasî de hatine sazkirin şîrove kirin. Suad got, di 50 salên dawîn de tu guhertin di destûra Sûriyê ya niha de çênebûye.  

Têkildarî destûran, Suad got: “Ji destpêka serdema rejîma El-Esed ve tu destûr li şûna ya heyî nehatiye derxistin. Sedema wê jî, tunekirina partiyên muxalif û avakirina partiyên bi Partiya Baas ve girêdayî ye. Ji 2011`an ve aloziyek li welêt heye. Di vê aloziyê de daxwaza guhertina madeya 8`an a destûra 1973`yan hebû ku desthilatdarî kir destê Partiya Baasê.”

Suad Xelo destnîşan kir ku ev destûr li ser bingeha sozên ku Beşar El-Esed dane hatine derxistin da ku guhertinên nû çêke ji bo ku karibe `Serhildanê` kontrol bike û wiha domand: “Di destûra heyî de wekheviya di navbera şêniyan de heye, pirrengiya çandî ya li welêt nas dike û dewletê neçar dike ku wê biparêze. Azadî wek mafekî pîroz dibîne û derfetê dide pirrengiya siyasî û aborî. Cudabûna di navbera desthilatan de esas digire. Em dizanin ku wilayeta serok li Sûriyê bi malbatekê ve girêdayî ye ku welêt ji zêdetirî 50 salî ve hikum dike. Ev jî li dijî destûrê ye.” 

Girêdayî heman mijarê Suad Xelo behsa destûra yekemîn a Sûriyê ya serdema Qiral Feysel kir û diyar kir ku ku yekemîn destûra Sûriyê ye ku sala 1920`an hatiye danîn, lê pir dirêj nekiriye ji ber ku Fransa Sûriye dagir dike.

Suad da zanîn ku bi taloqkirina destûra Feysel re, Fransa destûreke nû ji welêt re hazir kir. Komîteyeke damezrîner hat avakirin da ku wê destûrê deyne, lê ev destûr jî pêk nehat ji ber ku Fransa xwest ku çend madeyên tê de yên girêdayî dagirkeriyê werin guhertin.

Her wiha Suad Xelo diyar kir ku sala 1950`î li Sûriyê 3 derbeyên leşkerî rû dan û wiha domand: "Piştî derbeya leşkerî ya Edîb Şîşeklî destûreke nû hat dayîn û bi navê destûra serxwebûnê hat naskirin ji ber ku destûra yekemîn bû ku piştî derketina Fransayê ji welêt hat dayîn."

Suad da xuyakirin ku piştî wê Cemal Ebdulnasir destûrek derxist û weke lêvegerke siyasî ya destûrên din hat esasgirtin û got: "Ev destûr pergala parlamentoyê bi dawî kir û pergala serokatiyê ava kir ku serok xwedê erkî mezin e. Ev destûr jî pirrengiya parityan jî qedexe kir."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iFvcMqoXu5g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>