​​​​​​​Şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê li dijî dagirkerî û xiyanetê meşiyan

Şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re şermezar kirin.

​​​​​​​Şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê li dijî dagirkerî û xiyanetê meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê li dijî dagirkerî û xiyanetê meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê li dijî dagirkerî û xiyanetê meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê li dijî dagirkerî û xiyanetê meşiyan
20 hezîran, 2021   17:35
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê li dijî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê û bêdengiya hikumeta Başûr a li hemberî van êrişan daketin qadan.

Meş ji pêşiya çerxerêya Jina Azad a Dirbêsiyê dest pê kir. Di meşê de alên HPG û pankartên bi nivîsên "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" hatin hildan. Her wiha bê navber diruşmên silavkirina berxwedana gerîlayan û şermezarkirina êrişan hatin berzkirin.

Meş li ber avahiya Kongreya Star rawestiya û mîtîngeke hate lidarxistin.

Mîtîng bi deqeya rêzgirtin a bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Bi navê Kongreya Star Edalet Omer axivî û got: "Em piştgirya berxwedana gerîlayên li çiyayên Kurdistanê dikin ku li hemberî dagirkerî û xiyanetê li ber xwe didin."

Edalet Omer diyar kir ku gerîla hêza yekane ye ku ji bo rêgirtina li ber şerê kurdî-kurdî tê dikoşe û got: "Em gelên Rojava ji bo têkbirina dagirkeriyê û planên wê yên li dijî gelê Kurd têbikoşin."

Her wiha destnîşan kir ku rêbertî ha ji van planên hebû û têk birin, ji ber vê yekê dewleta Tirk tecrîdeke giran lê ferz kiriye.

Edalet bang li gelê Kurd kir ku bi pey van planan nekevin û piştgiriyê bidin gerîla.

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

ANHA