Ji bo ciwanên şoreşger kampeke perwerdeyê hate vekirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi koordîneya Yekitiya Jinên Ciwan û Komîteya Ciwan û Werzîşê kampeke perwerdeyê ji bo ciwanên herêmê Cizîrê vekir.

Ji bo ciwanên şoreşger kampeke perwerdeyê hate vekirin
Ji bo ciwanên şoreşger kampeke perwerdeyê hate vekirin
Ji bo ciwanên şoreşger kampeke perwerdeyê hate vekirin
Ji bo ciwanên şoreşger kampeke perwerdeyê hate vekirin
Ji bo ciwanên şoreşger kampeke perwerdeyê hate vekirin
Ji bo ciwanên şoreşger kampeke perwerdeyê hate vekirin
Ji bo ciwanên şoreşger kampeke perwerdeyê hate vekirin
20 hezîran, 2021   18:27
QAMIŞLO

Bi armanca parastina jiyana komînal û pêkanîna wan di nava çîna ciwanan de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi koordîneya Yekitiya Jinên Ciwan û Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Kantona Qamişloyê  kompeke perwerdeyê li gundê Carûdiyê yê rojavayê navçeya Dêrikê veda. 40 ciwan ên ji navçeyên herêma Cizîrê wê beşdarî perwerdeyê bibin. Perwerde dê 15 rojan dewam bike.

Merasîmê vekirina kampê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Qamişlo Mihemed El-Mihemed vekirina kampê li ciwanan pîroz kir û destnîşan kir ku ciwan pêşengtiya civakê dikin. Her wiha diyar kir vekirina vê kampê ji bo avakirina kesayetî û rûniştandina jiyana komînal di nava ciwanan de ye da ku bi rihê hevaltiyê bijîn.

Di kampê de hola dayîna perwerdeyê, cihê xewê û cihên taybet ji bo werzîşê hene.

Piştî axaftinan, Koma Awazên Çiya stranên şoreşgerî û folklorî gotin. Ciwanan li ber stranan govend gerandin.

ANHA