Di panelekê de rola rewşenbîran di pêşxistina rêveberî û civakî de hate nîqaşkirin

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê têkildarî rola rewşenbîran di avakirina civak û xurtkirina rêveberiyê de panelek li dar xist.

Di panelekê de rola rewşenbîran di pêşxistina rêveberî û civakî de hate nîqaşkirin
20 hezîran, 2021   15:20
DÊRAZOR

Panel li navenda Çandê ya bajarokê Kesrat ê gundewarê rojavayê Dêrazorê hate lidarxistin. Gelek rûspiyên eşîrên herêmê û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê beşdarî panelê bûn.

Panel bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Mihemed Receb El-Şaban axivî û îşaret bi rola rewşenbîran a di avakirina civakê û xurtkirina rêveberiyê herêmê de kir.

El-Şaban bal kişand ser xebatên rêxistinî yên li Dêrazorê û piştgiriya Rêveberiya Sivîl û Xweser a ji rêxistinkirina rewşa îdarî re û got:"Armanca wan misogerkirina Sûriyeke pirrengî û nenavendî ye."

Endamê Rêveber ê Partiya Sûriya Pêşerojê Samir El-Şemerî diyar kir ku armanca wan a ji lidarxistina vê panelê rewşa herêmê û gelê wê hîn baştir bikin.

Panel bi nîqaşên beşdaran ên der barê rewşa heyî de bi dawî bû.

(eh)

ANHA