Însiyatîfa Pêşeroj Diaxive qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir

Însiyatîfa `Pêşeroj Diaxive` bi meşekê qetilkirina endama HDP'ê Denîz Poyraz şermezar kir.

Însiyatîfa Pêşeroj Diaxive qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir
20 hezîran, 2021   13:50
KOBANÊ

Înisîyatîfa `Pêşeroj Diaxive` ya xwendekarên Kobanê bi meşekê êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û qetilkirina endama wê Denîz Poyraz şermerzar kir.

/kr/uploads/files/2021/06/20/135125_-.webp

Meş ji pêşiya avahiya zanîngehê dest pê kir. Xwendekaran wêneyên şehîd Denîz Poyraz û pankarên bi nivîsên "Denîz sembola rûmeta mirovahiyê ye..Em rûmeta xwe biparêzin" hilda bûn. Meş li qada zanîngehê dewam kir û li ber deriyê zanîngehê daxuyanî da. Endama rêveber a zanîngehê Yasmîn Mihmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Careke din dijminê faşîst êriş bire ser jina şoreşger. Weke Sakîne, Sêvê, Hevrîn, Zehra û sedan stêrkên azadiyê, vê carê jî Denîz Poyra.

Dîrok di dema me de û em di destpêka dîrokê de ne. Çawa ku dagirkerê Mezopotamya û Kurdistanê ev hezaran sal in ku di şexsê jina azad de dixwaze civaka azad bişkîne, îro jî bi heman hovîtiyê tevdigere. Cinawirên tarî ji ronahiya stêrkan ditirsin. Keç û lawên welatên agir, ji bo wan tirs û xof e. Lew re jî rasterast şer nakin. Kesên bi tirs, kemînên tirsonek datîne. Xefk û davikan bikar tîne. Xwe dispêre amûr, çek û teknîka xwediyên xwe yên pişt perdê. Bi hêz û baweriya xwe şer nake. Lewma jî timî li pey fen û qirêjiyê ye.

Keça Kurd Denîz jî bi vî awayî hate şehîdkirin. Dijminê wehşî ew li ser taştêyeke sade xiste kemînê û êriş bire ser. Hem jî bi roj û li ber çavên qaşo hêzên ewlekariyê. Denîz ne çeka xwe hebû ne jî amûreke parastinê, ji bilî dilekî pak û rûyekî bi ken.

Çeteyekî Erdoganê DAIŞ'î û faşîst li ber çavê her kesî ew şehîd xist. Ev çete û bi hezaran çeteyên bi navê artêşa SADAT ku DAIŞ'ê fermî ya dewleta Tirk û Erdogan e, li Rojava bi salan êrişî gelê Kurd kirin. Binketin, têkçûn, reviyan û niha jî êriş dibin ser Partiya Demokratîk a Gelan HDP û xebatkarên wê yên sivîl.

Keça Kurd Denîz Poyraz jî yek ji van xebatkar û endamê HDPê bû. Welatparêz û evîndara gel û welatê xwe bû.

Em weke Însiyatîfa `Pêşeroj Diaxive` şehîdkirina jina serbilind Denîz şermezar û lanet dikin. Em ji dijminê mirovahiyê, dagirkerên dewleta Tirk û Erdoganê faşîst re dibêjin ku hûnê di tarîtiya xwe de bifetisin û hûnê têkbiçin.

Bimre Faşîzm  Berxwedan Jiyana".

ANHA