​​​​​​​Lahor Şêx Cengî: Nabe pêşmerge biçe şerê birakujiyê

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî diyar kir ku pêşmerge hêzeke nîştimanî ye û got “Ne ji bo me û ne jî ji bo kesekî din nabe ku pêşmerge biçe şerê birakujiyê.”

​​​​​​​Lahor Şêx Cengî: Nabe pêşmerge biçe şerê birakujiyê
20 hezîran, 2021   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê duyemîn Kongreya Pêşmergeyên Dêrîn yên Herêma Kurdistanê hate lidarxistin. Hevserokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Lahor Şêx Cengî tev li kongreyê bû û peyamek da.

Lahor Şêx Cengî di peyama xwe de got: “Armanca me ye ku pêşmerge her tim hêzeke nîştimanî be û ne ji bo me û ne jî ji bo kesekî din neçe şerê birakujiyê.”