Jinên Girê Spî û Eyn Îsa şehîdên Helencê bi bîr anîn

Jinên Girê Spî û Eyn Îsayê di salvegera yekemîn a şehadetê de her sê têkoşeran Zehra, Hebûn û Emîne yên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li gundê Helencê yê Kobanê hatibûn qetilkirin, bi bîr anîn.

Jinên Girê Spî û Eyn Îsa şehîdên Helencê bi bîr anîn
20 hezîran, 2021   11:44
EYN ÎSA

Koordînasyona Kongreya Star a Kobanê ji bo bîranîna salvegera yekemîn a şehadeta endamên Kongreya Star Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û dayika Emîne Weysî ku di 23'yê Hezîrana borî de di encama bombebarana balafirên keşfê yên dewleta Tirk de şehîd bûbûn, semînerek organîze kir.

Bi dehan jin û endamên meclisa kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê tev li semînerê bûn.

Endama rêveber a Kongreya Star a kantona Kobanê Hedle Hesen semîner da û piştrast kir ku dagirkeriya Tirk bi şehîdkirina her sê têkoşeran; Zehra, Hebûn û Emîne xwest berxwedana jinên azad bike armanc.

Hedle destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û şaneyên wê xwest bi hedefgirtina her sê têkoşeran, têkoşîna jinan rawestîne.

Tê payîn ku Kongreya Star a Kobanê di rojên bê de rêzesemîneran der barê vê mijarê de li tevahî navçeyên Kobanê organîze bike.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/48JAXjT00Qs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>