​​​​​​​Polîsên Tirk tomarên kamerayan ên êrişa li dijî HDP'ê jê birin

Polîsên Tirk tomarên kamerayan ku êrişa li dijî avahiya HDP'ê roja pêncşemê belge kiriye, jê birin.

​​​​​​​Polîsên Tirk tomarên kamerayan ên êrişa li dijî HDP'ê jê birin
20 hezîran, 2021   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî hin dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê ku xwediyên dikanan ên li nêzî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê ku êriş li dijî wê pêk hat û Deniz Poyraz tê de hate qetilkirin, da zanîn ku polîsên Tirk roja înê hatin wan dikanan û tomarên kamerayan jê birin.

Xwediyên dikanan anîn ziman ku polîsan tu hincetên qanûnî nedan û wan naverokên amûrên tomarkirinê jê birin.

Polîsên Tirk êrişkar û kujer Onur Gencer girtibû.

HDP'ê rayedarên Tirk û bi taybet Wezareta Karên Hundir bi vê êrişê tawanbar kiribûn û diyar kiribû ku armanc jê ew e ku gel bitirsînin.

(dm)