Konferansa Weqfa Jina Azad dewam dike

Konferansa Weqfa Jina Azad berdewam dike. Konferans li salona Zanîngeha Rojava pêk tê.

Konferansa Weqfa Jina Azad dewam dike
Konferansa Weqfa Jina Azad dewam dike
Konferansa Weqfa Jina Azad dewam dike
Konferansa Weqfa Jina Azad dewam dike
18 hezîran, 2021   12:42
QAMIŞLO

Xebatên Yekemîn Konferensa Weqfa Jina Azad, bi amadebûna 200 nûnerên tevahî sazî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi durişma “Cîhaneke azad û jiyaneke azad ên ku bi dest bikevin, hene” dest pê kir.

Yek ji rêveberên Weqfa Jina Azad, Rûken Qişo konferans li tevahî jinên Sûriyê, jinên cîhanê û yên amade pîroz kir û got: "Jinê di dîrokê de ji tundî, neheqî û zîhniyeta mêran gelek êş kişandine. Weqfa Jina Azad hewl dide azadiya hemû jinên cîhanê bi dest bixe."

Rûken destnîşan kir ku dê ji bo biryarên girîng ên têkildarî pêkanîna armanca vê konferansê ku li ser bingeha parastin û pêkanîna mafên jinan e, bixebitin.

Piştre sînevîzyonek der barê xebatên weqfê de hat pêşkêşkirin.

Berdevka Kongreya Star a li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, Remziya Mihemed got: "Weqfa Jina Azad hewl dide di vê qonaxa hestiyar de hemû jinan bi rêxistin bike û bi hemû saziyên ku piştgirîya wan dikin re têkiliyan dayne.”

Remziya wiha dom kir: “Divê jin xwe bi rêxistin bikin, ji bo gihîştina vê yekê em amade ne ku li her derê piştgiriya jinan bikin. Bi hev re em ê jiyaneke azad ava dikin û em ê armancên Weqfa Jina Azad bigihînin seranserî cîhanê.”

Remziya destnîşan kir ku divê li dijî siyasetên ku li hemû herêmên dagirkirî ku jinan dikin armanc, bisekinin.

Ji aliyekî din ve endama koordînasyona Meclisa Îştar a li Mexmûrê, Bermal Culemêrg eşkere kir ku lidarxistina vê konferansê di vê qonaxa hestiyar de gaveke girîng e û got: "Şoreşa Rojava rêya azadiyê ji bo hemû jinên cîhanê ku li hemberî zîhniyeta mêran serî hildaye, xêz kir."

Bermal diyar kir ku jinan di aliyê perwerde, manewî û derûnî de serkeftinên mezin bi dest xistine.

Piştî bidawîbûna nirxandinan, rapora heft salên borî ya xebatên Weqfa Jina Azad hate xwendin, her wiha ji hêla beşdaran ve rapor hate nîqaşkirin.

Di dawiyê de konferans ji çapemeniyê re hate girtin da ku li ser rewşa rêxistinî ya weqfê li Sûriyê nîqaş bikin.

(dx)

ANHA