Jinên ciwan ên PYD'ê qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir

Jinên ciwan ên PYD'ê  qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir û gotin, dewleta Tirk a dagirker nikare bi vî sûcê vîna jinan bişkîne.

Jinên ciwan ên PYD'ê qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir
18 hezîran, 2021   14:40
KOBANÊ

Jinên ciwan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Kobanê bi daxuyaniyekê qetilkirina endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajarê Îzmîrê Denîz Poyraz ji aliyê nejadperestên dewleta Tirk ve şermezar kir.

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan jinên ciwan li qada Jina Azad a Kobanê ji aliyê Tolîn Ehmed Hemo ve hate xwendin.

Tolîn diyar kir ku hêzên hegemon bi vî sûcî dixwazin vîna jin û civaka azad bişkîne.

Tolîn anî ziman ku ew ciwan dê xeta têkoşînê bidomînin heta ku dewleta Tirk were muhasebekirin. Her wiha bang li tevahî jinên ciwan kir ku li ber planên dijmin rabin û têkoşînê xurtir bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rWFNFfRj5Iw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>