Nivîsgeha Enerjiyê ya Tebqayê: Di miqdara herikîna ava Firatê de tiştekî nû tune

Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Tebqayê Welat Derwîş got di miqdara berdana ava Firatê de tiştekî nû tune ye û nabe dosya avê polîteze bibe.

Nivîsgeha Enerjiyê ya Tebqayê: Di miqdara herikîna ava Firatê de tiştekî nû tune
18 hezîran, 2021   07:50
TEBQA

Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Tebqayê Welat Derwîş got ji dema ku dewleta Tirk a dagirker 27`ê Çileya derbasbûyî ava Firatê qut kiriye de û heta niha tu guhartin di miqdara berdana ava Firatê de ya ji erda Sûriyê re tune ye.

Ji wê demê ve dewleta Tirk a dagirker li ser zêdetirî 7 milyon sûrî û iraqî zêdetirî nîvê miqdara ava ku bi Sûriyê û Iraqê re li ser bingeha peymana 1987`an ve li hev kirine, qut kiriye.

Qutkirina avê, bû sedema qirêjkirina jîngehê ku zirareke mezin gihand niştecihên herêmên nêzî çem ên li her du bajaran, çi di qada debara de be çi jî di qadên çandiniyê û masîvaniyê de be.

Derwîş diyar kir ku  windahiyên dahatûyên avê gelek in, jê ji sedî 50 bertelef bûn û ji sedî 70 ji stasyona Til Beibîl re ye û stasyona ava vexwarinê ya Helebê ji bendava Firatê ye, her wiha kanala El-Belîx jî ji bendava Firatê di saniyekê de 70 metrekab radike.

Welat Derwîş da zanîn ku ji ber kêmbûna rêjeya avê bandorên neyênî zêde bûne, her wiha av qirêj bû, zarok  bi jeherî ketin, saetên dayîna kehrebê kêm bûn û bandor li çandiniya havînê ya avî bû.

Derwîş destnîşan kir ku koordînatorê kar û barên mirovî yê taybet bi Sûriyê Umran Rida serdana bendava Firatê kir da ku sûcên Tirkiyê li dijî gelan pêk tîne, ji nêz ve bibîne.

Ev serdan piştî gelek rapor der barê bandorên neyênî yên li dijî herêmê yên di encama qutkirina avê de li ser herêmê û bangên welatiyan ên ji rayedarên NY`yê ku destwerdanê bikin û rê li pêşiya kerasetên din bigirin, pêk hat.

Tevî van bangan jî NY`yê tu helwest nîşan neda û dewleta Tirk a dagirker şerê avê ya ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, berdwam dike.

Welat Derwîş îşaret pê kir ku nabe dosya avê were polîtezekirin, ji ber ku ximzeta civakekê dike, ne xizmeta ferdekî bi tanê dike.

Li gorî peymana 1987`an di saniyê de para Sûriyê ya ji ava Firatê 500 metrekab e û ji vî miqdarî jî ji sedî 60 para Iraqê ye.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Zcb5QQ4RYyY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>